Namzetên HDP'ê yên Rihayê, li Gola Masiyan dua aştiyê kirin û dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Namzetê rêza yekemîn Osman Baydemîr diyar kir ku ew hêvîdar e xebatên hilbijartinê di rewşeke aştiyane de derbas bibe û got, "Canê ewladeke/î vî gelî ji 550 kursiyên li parlamentê pir zêde bi qîmet e. Ji xwe sedema meşa HDP'ê jî, ji bo ji dest nedayîna zarokên vî welatî ye."
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, daketin qadê. Namzetên HDP'ê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Leyla Guven, Hadle Ûgûr, Rasîm Çakmak, Ziya Çalişkan, Yasîn Batan û Serhat Dîcle Yuksek danê sibehê çûna Gola Masiyan û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Li gel namzetan Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol û Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç jî amade bûn.
Namzetan destpêkê li silav dan gelê li derdora Gola Masiyan û li cihê Hz. Îbrahîm dua kirin. Paşê meqamê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ziyaret kirin, dua kirin û ji welatiyan destek xwestin.
'CANEKÎ BI TENÊ JÎ JI 550 KURSIYAN HÊJATIR E'
Namzetan piştî duayê bersiv dan pirsgirên endamên çapemeniyê. Namzetê rêza yekemîn Osman Baydemîr anî ziman ku li ser bingeha aştî, biratî û azadiyê wan dest bi xebatên ji bo avakirina tifaqeke nû kirine.
Baydemîr anî ziman ku li Rihayê destpêkirina xebatê bi destûrê gelekî girîng e û got, "Em îro li vî warî bi destûrê destpê dikin. Di sibeha 8'ê Hezîranê de jî bi şukur em ê li vir rêya xwe dewam bikin. Bila hemû hewldanên me, gotinên me di nava vê demê de bê qeza û bela bin. Di nava aştiyê de, di nava aramiyê de bi coşa şahiya demokrasiyê bila dewam bike."
Baydemîr bal kişand ser girîngiya atmosfereke aştiyane ya hilbijartinê û got, "Canê ewladeke/î vî gelî ji 550 kursiyên li parlamentê pir zêde bi qîmet e. Ji xwe sedema meşa HDP'ê jî, ji bo ji dest nedayîna zarokên vî welatî ye. Di cewhera hewldanên me de jiyandina mirov heye. Bila bi xêr be. Bila demokrasî, aştî, azadî, bajarê Xelîl û Rehman Riha, gelê Rihayê qezenç bike."
Osman Baydemîr da xuyakirin ku bala bi mîlyonan li Rihayê ye û got, "Eger Riha aştiyê tercîh bike, înşalleh wê pêşî li vî welatî vebe, aramî, bextyarî bê. "
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Leyla Guven a di rêza 4. de û Dîlek Ocalan a di rêza duyemîn de gelê Rihayê silav kirin û desteka gel xwestin.
Piştî daxuyaniyê namzetên HDP'yî dikandarên herêmê ziyaret kirin û li eleqeyeke mezin rast hatin. Osman Baydemîr di sohbeta xwe ya bi welatiyan re gelek caran bal kişand ser girîngiya ewlekariya sindoqê û got, "Par em ji bo we gelekî êşiyan, înşalleh hûn ê îsal bi ser bikevin. Sindoqan biparêzin."