YPG'ê li başûrrojhilatê Kobanê qadeke berfireh ji çeteyan paqij kir

Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên di 8'ê Nîsanê de li eniya başûrrojhilat hatin destpêkirin de qadeke berfireh ji çeteyan hat paqijkirin. Di pevçûnên 24 saetên dawî de herî kêm 6 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên di 8'ê Nîsanê de li eniya başûrrojhilat hatin destpêkirin de qadeke berfireh ji çeteyan hat paqijkirin. Di pevçûnên 24 saetên dawî de herî kêm 6 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rêxistina terorî ya DAIŞ'ê di roja xwe 210. de dewam dike û ragihand ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê yên li qadên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de di 8'ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, didome.

Navendê da zanîn, ku di çalakiya duh ji danê sibehê heta êvarê de derbên giran li çeteyan hatine xistin û got, "Hêzên me li herêma başûrrojhilat du gundên Bocak, du gundên Xirab Hişk, gundê Derfilît, febrîkaye çîmento û 2 meqleayê Çelebî rizgar kirine."

Hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundê Gocekmetê yê ji çeteyan hatibû paqijkirin dewam dikin û hat gotin ku çeteyan duh hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin û di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de wesayît di nava çeteyan de hatiye teqandin.

Li gorî daxuyaniya navendê di nava 24 saetên dawî de 6 çete hatin tevî çek û cebilxaneya li ser wan bi awayekî mirî hatine desteserkirin.