Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê bi ziyareta Rêxistinên Civaka Sivîl starta xebatan dan. Namzetan bi rêzê MEYA-DER, TUYAD-DER, Meclîsa Dayikan a Aştiyê û GOÇ-DER ziyaret kirin, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan.
ANF
WAN
duşem, 13 avrêlê 2015, 21:56
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê bi ziyareta Rêxistinên Civaka Sivîl starta xebatan dan. Namzetan bi rêzê MEYA-DER, TUYAD-DER, Meclîsa Dayikan a Aştiyê û GOÇ-DER ziyaret kirin, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan.
Namzetên parlamenteriyên yên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler, Adem Ozcaner, Tugba Hezer, Musa Îtah, Remzî Ozgokçe û Yelîz Yildirim, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva û Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn MEYA-DER ziyaret kirin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva di axaftina xwe ya serdanê de got ku hatina wan a gel hev li ser esasê armancekê girîng e. Serokê MEYA-DER ê Wanê Îbrahîm Alkan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo ziyaretê anî ziman û got ku heta dawiyê wê li rex HDP’ê bin.
Namzetên parlamenteriyê paşê derbasî TUYAD-DER a Wanê bûn û Serokê komeleyê Ahmet Aygun re hevdîtin pêk anîn. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun jî anî ziman ku di rojeva girtiyên di girtîgehan de hilbijartinên 7’ê Hezîranê hene û got, “Hêviyên wan ji HDP’ê hene. Ev hilbijartin ji bo me hemûyan girîng in. Em ê dest bidin hev û di 7’ê Hezîranê de serketinekê bi dest bixin.”
Paşê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê hat ziyaretkirin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva, di axaftina xwe ya li vir de got ku tevî êşa dayik dijîn jî bi salane têkoşîna aştiyê dikin û ev hêz dide wan.
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Rûkiye Aslan jî da xuyakirin ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan’ hê jî Kurdan tine dihesibîne û nêrîna dewletê ya li hember gelê Kurd hê nehatiye guhertin û divê têkoşîn bê pêşxistin.
Li ser navê heyeta ku herî dawî GOÇ-DER a Wanê ziyaret kir, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Derya Hayva, got ku wê hilbijartina 7’ê Hezîranê di navbera AKP’ya ku dixwaze pergala dewletê hê zêdetir bihêz bike û HDP’ya dixwaze azadiyan bihêz bike de derbas bibe. Serokê GOÇ-DER a Wanê Alî Hîndur jî ji bo serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku yekane partiya aştiyê bîne Tirkiyeyê HDP ye.