Hêzên YPG´ê û YPJ´ê di operasyona şehîd Hogir û şehîdên Mendikê de ku duh dabûn destpêkirin gundê Minîfa Avî ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar kirin. Di operasyona rizgarkirina gund de 11 çete hatin kuştin û wesayîteke wan hate rûxandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di operesyona şehîd Hogir û şehîdên Mendikê ku duh hêzên YPG´ê û YPJ´ê dabûn destpêkirin de îro di saet 15:30´an de gundê Minîfê Avî yê başûr rojhilatê Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin. Di vê operasyonê de 11 çete hatin kuştin. Cenazeyê 5 çeteyan di destê şervanên YPG´ê û YPJ´ê de ne. Her wiha wesayîteke çeteyan jî hate rûxandin.
Li herêmê operasyona şehîd Hogir û şehîdên Mendikê didome.