YSK namzetê HDP’ê yê Wanê Îtah veto kir

YSK, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Wanê Musa Îtah, bi hinceta cezayekî ku berê lê hatibû birîn veto kir. Ji ber vetokirinê li şûna Îtah Selamî Ozyaşar di rêza 6. de bû namzet.

YSK, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Wanê Musa Îtah, bi hinceta cezayekî ku berê lê hatibû birîn veto kir. Ji ber vetokirinê li şûna Îtah Selamî Ozyaşar di rêza 6. de bû namzet.

Têkildarî vetokirina namzetiya Îtah a ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK)’ê Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê got, “Birêz Mûsa Îtah ê namzetê me yê parlamenteriyê yê di rêza 6. de tevî mafên memnu yên ji ber cezayekî berê lê hatibû birîn hatin îadekirin jî mixabin YSK’ê namzetiya wî veto kir. Dema tevî hemû hewldanên hiqûqî me ti encam wernegirtin, li şûna Îtah Selamî Ozyaşar di rêza 6. de bûye namzetê me. Ji bilî wê îdîayên di çapemenî û ragihandinê de spekulasyon in. Pêwîst e gelê me guh nede nûçeyên bi vî awayî.”