FMA li Dêrsimê civîna hilbijartinê pêk anî

Federasyona Mafan a Demokratîk (FMA) têkildarî tifaqa hilbijartinan li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê der barê Hilbijartinên Giştî yên 2015’an de civînek li dar xist.

Federasyona Mafan a Demokratîk (FMA) têkildarî tifaqa hilbijartinan li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê der barê Hilbijartinên Giştî yên 2015’an de civînek li dar xist.

Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Şaredarê Mezgîrt Tekîn Turkel, Şaredarê Pilûr Fatîh Maçoglu, namzetê Herêma 3. a Stenbolê Erdal Aktaş û gelek kes beşdar bûn.

Di civîna ku nûnerên HDP û DBP’ê jî beşdar bûn, Şaredarê Pilûr Fatîh Maçoglu bal kişand ser girîngiya tifaqa hilbijartinan.

Şaredarê Mezgîrt Tekîn Turkel jî li hember pakêta ewlekariya hundir nerazîbûna xwe nîşan da û got, ”Gelo wê karker, kedkar û bindest bêdeng bimînin. Vaye tam di vê xalê de wextê yekîtiyê ye.”

Piştî axaftinan civîn bi beşa pirs û bersivan dewam kir.