Li Amedê ji zarokên Şengalê yên li Amedê pêşangeha pêlîstokan

Zarokên Şengalî yên Qada Jiyanê ya Fîdanlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê dimînin bi pêşengiya Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê li atolyeya ji bo çêkirina pêlîstokan hatiye avakirin pêlîstok hatin nîşandan.

Zarokên Şengalî yên Qada Jiyanê ya Fîdanlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê dimînin bi pêşengiya Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê li atolyeya ji bo çêkirina pêlîstokan hatiye avakirin pêlîstok hatin nîşandan.

Di çarçoveya Projeya “Ti bi Xwe Pêlîstoka xwe Çêke” ya Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê de li wargeha Şengaliyan atolyeyek hate vekirin, zarokan tê de pêlîstokên xwe çêkirin û îro pêşangeha wan vebû. Ligel Hevşaredara me Gultan Kişanak û Seroka Weqfê Şahhanim Kanat, zarokên Şengalî jî beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de zarokên penaber ji dep û textikan pêlîstokên wek; landik û dergûşa darîn, bîsîklet, makîneya kar, bivir, kon, çek, şûr, saz, kelek, masî çêkirin û li Salona Pêşangehan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin pêşandan. Mebesta vê atolyeyê ew bû ku zarok piçekî be jî travmaya xwe biborînin, şahiyê bi nîşandana xebatên atolyeyê destpê kir. Di atolyeyê de bi serkêşiya 6 perwerdekaran 200 zarokan pêlîstokên xwe çêkirin.

Seroka Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê Şahhanim Kanat, ji ber piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin spasiya wan kir û got, mebesta wan bi vê xebatê ew e ku piçekî be jî travmaya zarokan biborînin. Kanat, bal kişand ku di xebatê de zarokan serpêhatiyên xwe di pêlîstok çêkirina xwe de daye der û got, her kesê xebateke gelekî giring kiriye. Kanat, da zanîn, kesên dê vê xebatê bidomînin li Stenbolê perwerde dîtine, bibîr xist ku wan ev xebat bi 12 kesan destpê kiriye, 6 perwerdekarên ciwan ên Şengalî fêrî vî karî kirine û got, “Em ê van xebatên xwe bidomînin. Keda gelek hevalên me di vî karî de heye.”

KIŞANAK: ÊŞA HERÎ GIRAN ZAROK DIKÊŞIN

Hevşaredara me Gultan Kişanak jî bibîr xist ku Şengaliyên ji ber êrişên hovane xwe spartine bajarê wan bi dilgermî hatine pêşwazîkirin, anî ziman ku wan hemû derfetên xwe ji bo wan terxan kirine û got: “Birayên me ji êrîşeke hovane reviyabûn û hatibûn vê derê. Hemû şopên van êşan li ser wan hebûn.” Kişanak diyar kir, ev xebat, xebata herî watedar e ku heta îro hatiye kirin û ji bo pêşengiya weqfê spasiya wan kir. Kişanak bal kişand ku ji 4 hezar penaberan hezarê wan zarok in û got:

“Em dizanin, êşa herî giran a şeran zarok dikêşin. Qenebe ji bo piçekî be jî em êşa dilê wan honik bikin, me hewldaneke wisa anî pêş.” Kişanak, ji bo xebata wan, spasiya her kesê keda wan di vê pêkhatinê de heye kir û piştre bi zarokan re li pêşangehê geriya û der barê pêlîstokên wan de bi wan re sohbet kir.