KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
Komkujiya Parîsê: Hikûmeta Fransayê nepenîtî hinekî rakir
Der heqê komkujiya Çileya 2013'an a li Parîsê de ku di encamê de sê jinên şoreşger ên Kurd jiyana xwe ji dest dan, rewşeke nû derket holê. Hikûmeta Fransayê nepenîtiya li ser agahiyên di destê servîsên îstîxbaratê de bi awayekî qismî rakir.
-
-
3 mehan ‘Kela Dimdimê’ terk nekirin
Şervanên YPG-YPJ’ê ku li Kobanê li dijî dagirkirina DAIŞ’ê 3 mehan di avahiyekê de şer kirin, tevî bi dehan windahiyan, ji ber mewzî terk nekiribûn avahî wek ‘Kela Dimdimê’ bi nav kirin.
-
-
-
-
-
Ji bo gerîlaya YJA Star Abo mewlûd
Ji bo gerîlaya YJA Star Sîbel Abo ya li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat xwendin..
-
Gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan bi nasnav Arjîn Amed a demeke dirêj e ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û di sala dawî de rewşa wê giran bû, jiyana xwe ji dest daye.
-
Ji HPG'ê der barê bûyera Farqînê de daxuyanî
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a tevî hemû hişyariyan, li bejahiya navçeya Amed Farqînê bi armanca hişyarkirinê duh gule li yekîneyên Tirk hatiye reşandin.
-
-
-
Ji YPG'ê sererastkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, der barê bîlançoya duh a meha Adarê de hatibû weşandin sererastkirinek kir û diyar kir ku bîlançoya duh hat weşand a hemû kantonên Rojava ye.
-
-
Di navbera gundiyên Aşût û leşkeran de pevçûn
Li gundê Aşût ê girêdayî Çelê ya Colemêrgê, welatiyên bazirganiya sînor dikin, li ser zextên leşkerên Tirk xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Dema leşkeran xwest gel asteng bikin pevçûnan rû da.
-
Li Kobanê çalakiyên YPG/YPJ'ê
Li Kobanê di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina derdora kantonê de li başûrê herêmê 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
-
Êrîşa hemwext a çeteyan hat şikandin
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi wesayîtên zirxî û çekên giran êrîşî herêma di navbera Hesekê û Til Temirê de kirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku di encama berxwedana bêhempa ya YPG/YPJ'ê de êrîş hat şikandin û herî kêm 23 çete hatin kuştin.
-
-
31 Êzidiyên din azad bûn
27 jê zarok 31 Êzidî ku li Tel Afer ji destê çeteyê DAIŞ’ê rizgar bûn, gihiştin hêzên Kurd ên li Herdanî ya girêdayî Şengalê.
-
Hêstira Bedran Encu jî hat qetilkirin
Artêşa Tirk, hêstira ku di komkujiya Roboskî de jê nehat bikuje, di operasyona dawî ya hêstiran de qetil kir. Yek ji du hêstirên ji duh û vir ve hatine qetilkirin, hêstira Bedran Encu yê 13 salî ye, ku bi 33 mirovan re hatibû qetilkirin.