Di navbera gundiyên Aşût û leşkeran de pevçûn
Li gundê Aşût ê girêdayî Çelê ya Colemêrgê, welatiyên bazirganiya sînor dikin, li ser zextên leşkerên Tirk xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Dema leşkeran xwest gel asteng bikin pevçûnan rû da.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, 7’ê Nîsanê saet di navbera 08.00 û 09.00 de welatiyên li gundê Aşût ê girêdayî navççeya Çelê ya Colemergê, ji ber zext û astengkirina bazirganiya sînor a leşkerên Tirk xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Li ser vê yekê leşkeran pêşiya gel girt û êrîş kirin. Li ser êrîşa polîsan di navbera gel û leşkeran de alozî derketin, di encama aloziyê de 4 leşker birîndar bûn, du wesayîtên welatiyan ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Hat diyarkirin ku ev du rojên dawî ne li ser xeta sînor tevgera leşkeran didome.