Li gundên başûr û rojavayê bajarê Til Temirê di şer û pevçûnên 2 rojên dawî de 152 çete hatine kuştin. Her wiha tangek, 10 wesayît û 2 wesayîtên ku doçka li ser e û wesayîteke bi madeyên teqemenî dagirtî hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG’ê dane, çeteyên DAIŞ’ê sibeha 8’ê Nîsanê saet di 02.00’an de êrîşî gundên başûr û rojavayê bajarê Til Temirê kirin. Lê rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin û di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê hate şevê din pevçûnên dijwar rû dan.
Li gundên Til Sukerî, Xerîta, Til Necmê, Til Ruman û Til Cezîrê yên li başûrê bajarê Til Temirê yên li ser rêya bajarê Hesekê pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dane. Di encama van pevçûnan de jî nêzî 60 çete hatin kuştin û cenazeyên 11 çeteyan ketin destê şervanan.
Li aliyê din şervanên YPG’ê gundê Til Rumanê jî bi temamî ji çeteyan paqij kirin û li vir jî cenazeyê emîrekî çeteyan ê bi navê “Ebû Meryem” ku hemwelatiyê Endonezyayê ye, ket destê şervanan. Şervanên YPG’ê her wiha 2 çekên BKC, 2 RBG, 8 kelaşnîkov, 11 rext, kembereke teqemenî, gelek bombeyên ku çeteyan bi xwe çêkiribûn û miqdareke mezin ji guleyan desteser kirin.
Di pevçûnên ku li gundên başûrê bajarê Til Temirê yên di du rojên dawî de rû dane de, her wiha balafirên koalîsyona navneteweyî jî gelek êrîşên ezmanî li dijî baregehên çeteyan pêk anîn. Di van êrîşan de jî tangek, 6 wesayîtên leşkerî, wesayîteke bi teqemeniyan dagirtî bû, wesayîteke tijî cebilxane hatin rûxandin.
Şevê din jî çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku êrîşî gundên başûrê Til Temirê bikin, lê rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin. Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku di pevçûnên şevê din êrîşên çeteyan hatin şikandin û 42 çete hatine kuştin. Her wiha wesayîteke leşkerî jî ya çeteyan hate rûxandin.
Balafirên koalîsyonê jî dîsa gelek baregehên çeteyan bombebaran kirin, lê der barê ziyanên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Xêbiş ê li rojavayê Til Temirê kirin. Ev êrîşa çeteyan jî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate şikandin û li vir jî şer û pevçûnên dijwar ji duh sibê heta vê sibê bi dijwarî dom kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine bidestxistin, di van pevçûnan de jî 32 çete hatine kuştin û 2 wesayîtên ku doçkayên 23 û 14.5 mm li ser bûn hatin rûxandin.
Îro jî çeteyan êrîşên xwe li gundên başûrê Til Temir berfireh kirin û heta gundê Til Şamîran çû. Li gorî agahiyan li vir jî di pevçûnan de 18 çete hatine kuştin.
Şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li gundên başûr û rojavayê bajarê Til Temirê heta niha bi hemû dijwariya xwe didomin.