KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê endamên NCDK ve tê meşandin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, di hefteya 147. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endam û rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Amsterdamê ve tê meşandin. -
Li qada şer radyovanek
Bi çeka li milê xwe, li qadên şer bernameyê çêdike. Dema Şoreşa Rojava destpê kir, ciwanek bû. Bi bayê şoreşê mezin bû û niha ji bo bibe dengê şoreşê, li qadên herî germ ên şoreşê, wezîfeyê dike. -
'Sîstema kantonê azadiya li dijî kapîtalîzmê ye'
Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî di konferansa 2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2 de axivî û diyar kir ku ji bo gel bikarin jiyaneke azad bijîn hewl didin sîstema kantonan ava bikin. -
Li Roboskî dorpêça leşkeran didome
Li Roboskî piştî komkujiya hêstiran a duh bi şev careke din pêk hat, dorpêça leşkeran hê didome. Gundiyên bi gumanên komkujiyên nû rû bidin, diyar kirin ku neçar in bazirganiya sînor bikin. -
Şer û pevçûnên li rojavayê kantona Cizîrê didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê berxwedana hêzên YPG’ê li eniya berxwedanê ya rojavayê herêma Cizîrê de diyar kir ku di encama pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 17 çete hatine kuştin û wesayîteke wan a doçka li ser jî hatiye rûxandin. -
Dalkiliç, hat bîranîn
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Vakkas Dalkiliç ê berî niha bi 4 salan, li Riha di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di 4. salvegera wefatê de ji aliyê malbat û hevalên wî yên têkoşînê li ser gora xwe hat bîranîn. -
Çalakiya ‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ ya 40. pêk hat
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya 40'emîn a "Nobeta Wijdan û Edaletê" li dar xistin û bal kişandin ser dozên cînayetên kar ên di meha Nîsanê de. -
Xebatên ji nû ve avakirina Kobanê destpê kirin
Ekîp û maşîneyên kar ên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê şandin bajêr, dest bi xebatan kirin. -
Ji Ciwanên Azad li Hollandayê meşa rojekê
Rêxistina Ciwanên Azad a Hollandayê, bi şiyara "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" ji bajarê Rotterdamê heta Den Haagê meşiya. -
4'ê Nîsanê li Tambove hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Tambove yê Rûsyayê hat pîrozkirin. -
Şervanên YPG’ê Yeren û Katar ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) û Nafîs Katar (Rotînda Amed) ên di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê bi girseyî hatin definkirin. -
Li Amedê di kolandinê de hestî hatin dîtin
Li Amedê di bermayiyên kolandinê yên li ber berava Çemê Dîcle hatin rêjandin hêstiyên tê texmînkirin aîdî mirovan in derketin. -
Li Viyanayê Newroza herî bi heybet a salên dawî
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, pîrozbahiya herî bi heybet a salên dawî ya Newrozê hat lidarxistin. -
Artêşa Tirk dixwaze hêzên gerîla bikişîne nava şer
Hat ragihandin ku kemînên artêşa Tirk û hewldanên ji bo kişandina nava şer a hêzên gerîla, zêde bûne. -
Artêşa Tirk kontrola rêyan zêde kir
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li ser Rêya Îpekê kontrol zêde kirine. -
Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê 32 maşînên kar hatin şandin - HAT NÛKIRIN
Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, 32 maşînên kar ji herêmê re hatin şandin. -
YPG'ê nasnameya 4 cangoriyên xwe aşkera kir
Nasnameya 3 şervanên YPG'ê û şervaneke YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat aşkerakirin. -
Li Şehîdgeha Şehîd Kendal a Sêrtê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şehîdgeha Şehîd Kendal a li Çiyayê Mawa yê li nêzî gundê Şemse yê Sêrtê, gelek şitlên daran hatin çandin. -
KCD: Cejna Paskalya pîroz be
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Cejna Paskalya ya cîhana Xiristiyanan pîroz kir. -
Gerîlayan rojbûna Ocalan pîroz kirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çandina daran hat pîrozkirin. -
DAIŞ'ê Dêra Meryem El-Ezraa hilweşand
Beşek ji Dêra dîrokî Meryem El-Ezraa ya li gundê Asûriyan Til Nesrî yê Til Temirê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi teqemeniyan ve hat hilweşandin. -
Li Qendîlê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Li çiyayên Kurdistanê bi sedan gerîla li hev kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Li Gavle pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gavlê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina PJAK'ê pîroz kirin. -
Li eniya Başûr a Kobanê sînorê berê hat derbaskirin
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke destanî nîşan dan, operasyonên xwe yên paqijkirinê, dewam dikin. Şervanên ku bi azadkirina gelek gund û gundikan re berê xwe dan bajarokê Sirrînê derbên giran li çeteyan dixin. -
Rojbûna Ocalan li Rûsya û Ûkraynayê hat pîrozkirin - HAT NÛKIRIN II
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên Adîgey, Saratove û Yaroslavle yên Rûsyayê û li bajarê Odessa yê Ûkraynayê bi şahiyan hat pîrozkirin.