Gerîlayan rojbûna Ocalan pîroz kirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çandina daran hat pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çandina daran hat pîrozkirin.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bi beşdariya bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyan de, gerîlayan li qadeke berfireh şitlê daran çandin.
Ji fermandarên gerîla yên tevlî pîrozbahiyê bû Perwer Rohat di axaftina xwe ya li vir de got, "Sîstema mêtînger dixwaze zexteke mezin li Rêber Apo bike. Komployê jî, nêrîn û paradîgmaya Rêber Apo esas digirt. Eger îro mirovahî li rizgariya ji kaosa Rojhilata Navîn digere, yekane rêya vê nêrîn û îdeolojiya Rêber Apo ye. Rojbûna 66. a Rêberê me, wê di sala 2016'an de hêz û derfeteke mezin pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û hemû bindestan bike, ku ji bo bibe sala aştî û azadiyê. Li ser vê bingehê em vê roja bi rûmet, vê felsefeya jiyana nû ku vegotina azadî û jiyana hevpar a gelan e, li hemû rêhevalan pîroz dikin."
Li dû axaftina Rohat, gerîlayan şitlê daran çandin. Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bi gerandina govendê dewam kir.