Şervanên YPG’ê Yeren û Katar ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) û Nafîs Katar (Rotînda Amed) ên di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê bi girseyî hatin definkirin.
ANF
AMED
yekşem, 5 avrêlê 2015, 15:13
Şervanên YPG'ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) û Nafîs Katar (Rotînda Amed) ên di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê bi girseyî hat definkirin.
Şervanên YPG'ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) û Nafîs Katar (Rotînda Amed) ên di operasyonên azadkirina gundên Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê bi girseyî hatin definkirin. Cenazeyên Eren û Katar duh ji aliyên malbat û MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Mûrşîtpînarê hatibûn wergirtin biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî karên otopsiyê cenazeyên Eren û Katar anîn Amedê. Cenazeyên Eren û Katar di ketina Amedê de ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin û bi konvoyê anîn Goristana Yenîkoyê. Cenazeyên Eren û Katar serê sibê ji bo wecîbeyên olî anîn Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Piştî wecîbeyên olî cenaze ji aliyê welatiyan ve hatin hilgirtin û ber bi goristanê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, hevşaredarên navçeyan, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenazeyan bûn. Di meşê de wêneyên şervanên YPG'ên Eren û Katar hatin hilgirtin. Piştî meşê cenazeyên Eren û Katar hatin definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Piştî karên definkirinê Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dicle axivi û ser saxi li malbatê da û wiha got: "Heta têkoşina me bigihije armanca xwe em ê di rê ya wan de canî xwe feda bikin."
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivî û diyar kir ku ciwanên ku canê xwe feda kirine ew dê di riya wan de bimeşin û wiha got: "Em ê tekoşîna xwe bi serkeftî bi dawî bikin."
Piştî merasîmê girse xwest biçe Mala Şînê ya Temîra lê rastî astengiya polîsan hatin. 6 welatiyên ji bo sersaxiyê diçûn mala şînê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Piştî welatiyan bertek nîşanî polîsan da 6 welatî berdan.
Sersaxiyên Şervanê YPG'ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) dê li Mala Şînê ya Temira, sersaxiyên Şervanê YPG'ê Nafîs Katar (Rotînda Amed) jî dê li Mala Gel a Hevselê bên qebûlkirin.