Dalkiliç, hat bîranîn
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Vakkas Dalkiliç ê berî niha bi 4 salan, li Riha di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di 4. salvegera wefatê de ji aliyê malbat û hevalên wî yên têkoşînê li ser gora xwe hat bîranîn.
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Vakkas Dalkiliç ê berî niha bi 4 salan, li Riha di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di 4. salvegera wefatê de ji aliyê malbat û hevalên wî yên têkoşînê li ser gora xwe hat bîranîn.
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Vakkas Dalkiliç ê berî niha bi 4 salan li Riha di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di 4. salvegera wefatê de ji aliyê malbat û hevalên wî yên têkoşînê li ser gora xwe hat bîranîn.
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Vakkas Dalkiliç ê sala 2011’an li navçeya Pirsûs a Riha, dema xebatên amadekariya meşa ber bi Amara ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve dibir, li mala ku lê mevan bû, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn.
Di bîranîna li ser gora Dalkiliç a li Goristana Esrî de ligel malbatê nûnerên HDP, DBP, ESP, SYKP, YSGP, ÎHD û KESK’ê jî amade bûn. Ji bo Dalkiliç deqeyek rêzgirtin pêk hat û qerenfîl danîn ser gorê.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku Dalkiliç bi awayekî fizîkî ne di nav wan de ye, lê belê bi mîrasa ku hiştiye rêya xwe didomînin. Bozgeyîk anî ziman ku Dalkiliç bi xebatên xwe yên li Dîlok û herêmê di nav gel de model bû û wek hevalên wî yên têkoşînê wê mîrasa Dalkiliç pêşde bibin.
