Rojbûna Ocalan li Rûsya û Ûkraynayê hat pîrozkirin - HAT NÛKIRIN II

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên Adîgey, Saratove û Yaroslavle yên Rûsyayê û li bajarê Odessa yê Ûkraynayê bi şahiyan hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên Adîgey, Saratove û Yaroslavle yên Rûsyayê û li bajarê Odessa yê Ûkraynayê bi şahiyan hat pîrozkirin.

ADÎGEY

Pîrozbahiya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Adîgeyê ve hat organîzekirin, li komeleya Agir a Komara Adîgeyê pêk hat.

Di pîrozbahiyê de endama KJK'ê Asmîn Kobanê û endama Meclîsa Jinê Dayika Husnê axivîn. Asmîn Kobanê di axaftina xwe de diyar kir ku rojbûna Ocalan rojbûna gelê Kurd bi taybetî jî rojbûna jinê ye û 4'ê Nîsanê li hemû mirovahî, jin û gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Dayika Husnê jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin bi Rêberê re rojbûnê pîroz bikin.

Piştî axaftinan Koma Zarokan û komên herêmî derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.

Paşê pasta rojbûnê ji aliyê dayik û zarokan ve hat birîn û li bexçê 'Serok Apo' dar hatin şandin.

Girseya gel heta saetên dereng li ber stranên komên herêmî govend gerand.

SARATOVE

Li navçeya Azînkî ya herêma Saratove ya Rûsyayê, 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre Cîgirê Berpirsyarê Otonomiya Saratove Gorçek Mamêdova li ser wate û girîngiya rojê axivî. 

Şahî bi govenda li ber stranên hunermendên herêmî heta saetên dereng dewam kir.

YAROSLAVLE

Li gundê Kurdan ê li herêma Yaroslavle ya Rûsyayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyê bi axaftina endamê KNK'ê Selahattîn Soro û endama PYD'ê Çîçek Dirbespî destpê kir. 

Li dû axaftinên li ser wate û girîngiya rojê, pasta pîrozbahiyê hat birîn û pîrozbahî bi qîrîna dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.

ODESSA

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Ûkrayna Odessayê hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya li mala Kurdan de endama KJK'ê Çîçek Mêrdîn peyivî 4'ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Kurd, têkoşerên azadiyê û li her çar parçeyên kurdistanê pîroz kir. 

Piştî axaftinên li pîrozbahiyê pasta rojbûnê hat birîn û girseya gel li ber stranan govend gerand.