DAIŞ'ê Dêra Meryem El-Ezraa hilweşand
Beşek ji Dêra dîrokî Meryem El-Ezraa ya li gundê Asûriyan Til Nesrî yê Til Temirê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi teqemeniyan ve hat hilweşandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ’ê Dêra Meryem El- Ezraa ya li gundê Til Nesrî ku li başûrrojavayê Til Temirê ye, bi teqemiyan teqand. Di encamê teqînê de aliyê çepê yê Dêrê rûxiya.
Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên xwe yên ku di 23’ê meha Sibata 2015’an gundên Xabûr ên Til Temir kiribûn hedef de Dêra El- Reban Besiyo ya li gundê Til Hirmizê rûxandin, Dêra Şamiyê ya bi navê Mar Cercis tê nas kirin û Dêra Til Cizîrê ya bi navê Mar Yûnan tê nas kirin, şewitandin. Li gel van kiryaran çeteyan Dêra El- Qedîs Mar Toma ya li gundê Om El- Kêf kirin hedef û ziyanên madî çêkirin.
Her wiha çeteyên DAIŞ’ê Mizgefta Eyad Bin Xenem EL- Eşerî ya li bajarê Til Temir ku mizgefta tekane ye li bajêr nêmêj lê tê kirin, bi hawanan rûxandin.