Çalakiya ‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ ya 40. pêk hat
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya 40'emîn a "Nobeta Wijdan û Edaletê" li dar xistin û bal kişandin ser dozên cînayetên kar ên di meha Nîsanê de.
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya 40'emîn a "Nobeta Wijdan û Edaletê" li dar xistin û bal kişandin ser dozên cînayetên kar ên di meha Nîsanê de.
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya 40'emîn a "Nobeta Wijdan û Edaletê" li dar xistin û bal kişandin ser dozên cînayetên kar ên di meha Nîsanê de û xwestin 28'ê Nîsanê li Tirkiyeyê bibe "Roja Şînê û Bîranîna Kesên di Cînayetên Kar de Jiyana xwe ji dest dane"
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya bi armanca balê bikşînin ser cînayetên kar 40'emîn "Nobeta Wijdan û Edaletê" li ber Lîseya Galatasarayê li dar xistin. Rojnameger Ulus Atayurt jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta, "Li Tirkiyeyê her roj 5-8 karker jiyana xwe ji dest didin. Ev ne qeza cînayet in û wijdana we tineye?" vekirin û dowîzên "Qezaya kar na cînayet" û "Bila hemû kiryar bên darizandin" hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de ji parêzerên doza Somayê Berrîn Demîr têkildarî dozên der barê karkerên jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin agahî dan û diyar kir 13'ê Nîsanê wê doza Somayê destpê bike û ji 45 bersûcan tenê 8 kes girtî tên darizandin.
Xwîşka Bariş Kiyak ê ku di şewata kokê înşaeta Marmara Park AVM a Esenyurtê de jiyana xwe ji dest da Damla Kiyak jî diyar kir meha Adarê 139 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Kiyak bal kişand ser dozên cînayetên kar. Kiyak da zanîn ku dad jî ne karkeran berpirsiyarên komkujiyê diparêzin.
Kiyak xwest ku 28'ê Nîsanê ya ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ya di sala 2001'an de weke "Roja Tenduristî û Ewlehiya Xebatê ya Cîhanê" îlan kir li Tirkiyeyê jî weke "Roja Şînî û Bîranîna Kesên di Cînayetên Kar de Jiyana xwe ji dest dane" bê îlankirin û ji bo vê yekê kampanyayê bidin destpêkirin. Kiyak bilêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de wê 26'ê Nîsanê civîn û 28'ê Nîsanê li Taksîmê meşê li dar bixin.