Li Viyanayê Newroza herî bi heybet a salên dawî

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, pîrozbahiya herî bi heybet a salên dawî ya Newrozê hat lidarxistin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, pîrozbahiya herî bi heybet a salên dawî ya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de bi qasî 4 hezar kes amade bûn.

Alîkara Şaredarê Viyanayê û Seroka Partiya Keskan Marîa Vassîlakoû, ji Partiya Keskan parlamentera Kurd Bêrîvan Aslan û Nîkî Kûnrath jî beşdarî pîrozbahiya li paytext Viyana bûn. Siyasetmedarên Awûstûryayî di axaftina li pîrozbahiyê de diyar kirin ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ew destekê didin HDP'ê û serketin jê re xwestin. Ji Partiya Keskan serok Marîa Vassîlakoû ya bi eslê xwe Yewnan e, bi Yewnanî cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir.

DI NEWROZÊ DE ROJBÛNA OCALAN HAT PÎROZKIRIN

Bernameya Newrozê ku li rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rast hat, bi anîna pastayê ji aliyê zarokan ve, destpê kir. Piştî ku pasta rojbûnê hat birîn, koroya zarokan Koma Zarokên Agir derket ser dikê û bi performansa xwe re bala beşdaran kişand.

Di pîrozbahiya bi heybet de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi vîdeo hat nîşandan. Li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî di axaftina xwe ya li vir de ji bo aştî û biratiya li Kurdistan û Tirkiyeyê xwest, her kes dengê xwe bide HDP'ê.

DI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ DE ŞAHIYA ÇANDÎ

Piştî koroya zarokan, Cîhan Çelîk, Koma Hêvîdar, Pinar Aydinlar, Agirê Jiyan, Hozan Kawa, Koma Rojava bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê. Theater Kobanê jî bi skeçên xwe yên li ser Rojava, bala beşdaran kişand.

Li salona pîrozbahiyê de alên Tevgera Azadiyê û HDP'ê hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

...