Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê 32 maşînên kar hatin şandin - HAT NÛKIRIN
Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, 32 maşînên kar ji herêmê re hatin şandin.
Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, 32 maşînên kar ji herêmê re hatin şandin.
Di encama xebatên Koordînasyona Navendî ya Alîkariya ji bo Rojava de, 32 maşînên kar, ji bo xebatên ji nû ve avakirinê û çareserkirina pirsgirêkan ji herêmê re hatin şandin.
Şaredariyên Bakurê Kurdisrtanê yên Mêrdîn, Amed, Êlih, Wan, Nisêbîn, Qoser, Peyas û Sûrê ji bo destekdayîn û alîkariya Kobanê, 32 maşînên kar ên ji maşînên arkujî, qemyonên alîkariyê, 3 tireksên CSB, Qirêder û Dozeran pêk tên, şandin Kobanê.
Maşînên ku duh danê êvarê di Deriyê Sînor ê Murşitpiranê re derbasî Kobanê bûn, radestî Şaredariya Kobanê hatin kirin.
Maşîn wê heta 15 rojan di karê paqijkirina herêmê de werin xebitandin. Di nava 15 rojan eger ku karê wan neqede, wê ekîbeke din bê û kar dewam bike.
Endamê Koordînasyona Navendî ya Alîkariya bi Rojava re Huseyîn Yilmaz, der barê bernameya xebatê û kar û barên ji niha û pê ve werin kirin de bi Serokwezîrê Kantona Kobanê û rêveberiya Kantonê re hevdîtin kir û got, "Bi azadbûna herêmê re em dixwazin mercên jiyanê yên mirovên me yên li cih û warên xwe vegerin, baş bikin. Di encama berxwedaneke mezin a tevgera azadiyê ya Kurd de, bajar hat azadkirin. Lê belê hilweşîneke mezin li bajêr heye. Bi vê xebatê re wê ji nû ve îmara bajêr û paqijiya hawirdorê bê kirin. Şaredariyên me, maşînên xwe tevî personel ji herêmê re şandin. Bi giştî 32 maşînên kar ji bo 15 rojan wê li bajêr karê ji nû ve avakirinê bimeşînin. Ev xebat bi hevkariya Koordînasyona Navendî û Şaredariyên me ve tê meşandin. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya azad, em banga hestyarî û tevkariyê li gelê xwe dikin. Ev destketiya mezin bi berdêl û berxwedaneke mezin bi dest ketiye. Dem dema hîn bêhtir xwedîderketinê ye."
Piştî kar û barên qanûnî yên tevahiya rojê dewam kirin, maşînên kar saet di 16:00 de derbasî Kobanê bûn.