Ji Ciwanên Azad li Hollandayê meşa rojekê

Rêxistina Ciwanên Azad a Hollandayê, bi şiyara "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" ji bajarê Rotterdamê heta Den Haagê meşiya.

Rêxistina Ciwanên Azad a Hollandayê, bi şiyara "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" ji bajarê Rotterdamê heta Den Haagê meşiya. 

Di meşa 20 kîlometreyî de 70-80 ciwan meşiyan. Ciwanan di meşa xwe de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dirûşme qîriyan. Her wiha Hollandiyan jî eleqeyeke mezin nîşanî meşvanan dan.

Ciwan piştî meşê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî pîrozbahiya 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn. 

 

...