Li Gavle pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gavlê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina PJAK'ê pîroz kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Gavleborgê Êrîş Batte di pîrozbahiya duh de axivî û got, "Jiyana Serok Ocalan, pêvajoya qezençkirina nasname, hebûn û navê gelê Kurd e. Ji ber vê yekê gelê me rojbûna wî weke rojbûna xwe dibîne."
Li dû Batte Xelîl Heval mafê axaftinê wergirt û bibîr xist, ku 4'ê Nîsanê di heman demê de roja damezrandina PJAK'ê ye. Heval wate û girîngiya Ocalan a ji bo gelê Kurd nirxand û destnîşan kir ku li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê, felsefe û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava her beşa civakê de bersiva xwe dibînin.
Piştî axaftinan, zarokan pastaya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû amadekirin birîn û li Kurdistaniyan belav kirin.
Pîrozbahî bi gotina stran û helbestên ji bo Ocalan hatibûn nivîsandin û gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.