Li Şehîdgeha Şehîd Kendal a Sêrtê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şehîdgeha Şehîd Kendal a li Çiyayê Mawa yê li nêzî gundê Şemse yê Sêrtê, gelek şitlên daran hatin çandin.

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şehîdgeha Şehîd Kendal a li Çiyayê Mawa yê li nêzî gundê Şemse yê Sêrtê, gelek şitlên daran hatin çandin. Rêveberê DBP'ê yê Sêrtê Halît Kaçar di pîrozbahiya li vê derê de got, "Azadiya wî ne tenê azadiya kesekî ye, azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e."

JI BO OCALAN LI ŞEHÎDGEHÊ ŞITIL HATIN ÇANDIN

Yek ji cihên ku lê azadiya Ocalan hat bilêvkirin, Şehîdgeha Şehîd Kendal a li Çiyayê Mawa yê Sêrtê bû. Di pîrozbahiya rojbûna Ocalan a li vê derê de, girseya gel ku piraniya wê jin bû, destpêkê ji bo Ocalan şilê daran çand. Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi axaftina Rêveberê DBP'ê yê Sêrtê Halît Kaçar dewam kir. Kaçar got, "Rêberê me mirovekî welê ye, ku tevî 16 sal in li cihekî bi tena serê xwe tê girtin jî, tiştek ji xwe winda nekiriye û têkoşîna xwe dewam dike" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Azadiya wî ne tenê azadiya kesekî ye, azadiya tevahiya gelên Rojhliata Navîn e. Ji bo azadiya Rêberê me, divê em jî ya ji destê xwe tê bikin û bersivê bidin têkoşîna ku ew bi tena serê xwe dimeşîne." Li dû axaftinan pasta rojbûnê ji aliyê jinan ve bi tilîlî û çepikan û qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat birîn. Paşê girseya gel ji bo çandina şitlê daran li derdora şehîdgehê belav bû. Qada ku zêdeyî sed şitil lê hat çandin, bi jin û zarokan re rengîn bû."

'RÊBERÊ ME DI DILÊ ME DE YE, DIVÊ ÊDÎ JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE JÎ DI NAVA ME DE BE'

Fatma Yaşar a di dema çandina şitlê daran de hest û nêrînên xwe anî ziman got, "Bi wesîleya rojbûna Serokê xwe em îro li vir civiyane. Bi daxwazên azadiya wî, me pasta birîn û şitlê daran çandin." Fatma Yaşar diyar kir ku ew vî bexçeyê çêkirine diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got, "Heta ku Serokê me azad bibe em ê her sal şitlê daran biçînin. Em dixwazin êdî Rêberê me azad bibe û bê nava me. Ji ber, ji xwe di dilê me de ye, di ruh û canê me de ye. Êdî em diwazin ji aliyê fîzîkî ve jî bê nava me. Em jin, ciwan, dayik, zarok hemû em ê ji bo wî têbikoşin. Ez bawerim ku di dawiya vê têkoşînê de em ê encamê bi dest bixin."

Fatma Yaşar axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Yê ku em ji nû ve hişyar kir û rakir ser piyan Serokê me ye. Nîşanî me da u çand, ziman û kevneşopiyên me çiqasî girîng û giranbuha ne. Sedema çandina şitlê daran jî ew e ku wî jiyaneke ekolojîk bi me daye fêmkirin. Ji ber vê yekê me xwest, pîrozbahiya xwe bi tenê bi birîna pastayê bi dawî nekin. Ji bo jiyaneke ekolojîk ku xeyala Rêberê me û me ye, me gaveke biçûk avêt."

 

...