KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
Ji Dêrsimê li dijî Waliyê Yalova nerazîbûn
Şaxa Egitim Sen a Dêrsimê ku têkildarî Waliyê Yalova yê bûye sedema kuştina endamê Egîtîm Sen a Dêrsimê Halîl Serkan Oz, çalakî pêk anî û xwest Waliyê Yalovayê istîfa bike.
-
Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Dursun
Gelek kes bi awayekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ê meha Çileyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama qezaya motorsîkletê de birîndar bû û duh jiyana xwe ji dest da
-
Gun TV dest bi weşana neteweyî kir
Kanala Kurdî Gun TV ku bi salan e li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê weşana herêmî dike, ji bo weşana Kurdî ya li ser peykê serî li RTUK’ê da û 1’ê Çile dest bi weşanê kir.
-
-
-
-
-
NCDK-Arnhem kongreya xwe lidar xist
Di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Arnhemê de, biryar hat dayîn ku xebatên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê werin xurtkirin.
-
-
-
Ji Şengaliyên li dîasporayê banga li PDK'ê
Serokê Meclîsa Şengaliyên li Dîaspora Fîkret Îgrek zextên PDK'ê yên demên dawî li hemberî Êzidiyan dike şermezar kir û bang li PDK'ê kir ku vê helwesta xwe ya dijber a li dijî Êzidiyan biguherîne.
-
Xebatên keşfê zêde dibin
Xebatên keşfê yên pêgerên hewayî yên artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya her diçin zede dibin.
-
-
-
Ji bo avakirina Kobanê bang
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ji bo konferansa ku wê ji bo avakirina Kobanê li Amedê pêk bê bang kir û destnîşan kir ku ew hêvîdar in ev konferans ji vekirina korîdoreke mirovî re bibe wesîle.
-
Li Danîmarkayê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Li Danîmarkayê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyek hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de hat xwestin ku Ocalan azad bibe.
-
-
-
-
Cenazeyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat hat veşartin
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ê 3 meh berê ji ber qezaya motosîkletê birîndar û li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da, li gundê Hermijdat ê Qoserê hat veşartin.
-
-
-
NCDK-Munster kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Munsterê kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Şaredarê Kobanê Mûstafa Abdî û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç amade bûn.