Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li çiyayên Kurdistanê dewam dikin

Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, tevî bi sedan gerîlayan ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak û ji fermandarên HPG'ê Yilmaz Dêrsim û Hayrî Amed amade bûn. Di merasîma leşkerî ya gerîlayan de fermandara YJA Starê Nalîn Dilpak peyivî.

Dilpak got, "4'ê Nîsanê di serî de li Rêbe Apo, gelê Kurd, tevahiya gelên Rojhilata Navîn û li hemû hevalan pîroz be. Wateya rojeke bi rengî ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ji bo jin ê ji nû ve çêbûn e, xwegihandina cewhera xwe ye. 4'ê Nîsanê roja ji nû ve hilhatina gelê Kurd e."

Dilpak anî ziman ku ew ê ji bo hevdîtina Rêberê azad li welatekî azad têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind. Axaftina Dilpak bi dirûşmên hêzên HPG û YJA Starê bi dawî bû.

Li dû axaftinê gerîlayên HPG û YJA Starê şitlê daran li qada bi navê "Bexçeyê Rêbertiyê" çandin.

Piştî çandina daran, bernameya çandê ya ji aliyê gerîlayan ve hatibû amadekirin destpê kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

...