Doza qetilkirina 11 gundiyan hat taloqkirin
Doza têkildarî 11 gundiyên li navçeya Pasûr a Amedê di sala 1993’yan de bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin û piştî 20 salan hat vekirin pêk hat.
Doza têkildarî 11 gundiyên li navçeya Pasûr a Amedê di sala 1993’yan de bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin û piştî 20 salan hat vekirin pêk hat.
Doza têkildarî 11 gundiyên li navçeya Pasûr a Amedê di sala 1993’yan de bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin û piştî 20 salan hat vekirin pêk hat. Dadgehê daxwaza girtina bersûc Yavûz Erturk ê tevî hatibû edliyeyê jî tevlî rûniştinê nebû hat redkirin.
Doz, li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Bersûc Tuggeneral Yavûz Erturk ê 11 caran bi cezayê muebeta girankirî tê darizandin, bi sedema pirsgirêkên tenduristiyê tevlî rûniştinê nebû. Di rûniştina beriya nîvro de parêzerên mexdûran diyar kirin ku Erturk li Edliyeya Enqereyê ye, lê tevlî rûniştinê nebûye. Li ser vê yekê parêzerên Erturk diyar kirin ku muwekîlê wan hatiye edliyeyê lê ji ber pirsgirêka tendurstiyê tevlî rûniştinê nebûye û ji edliyeyê veqetiyaye. Heyeta dadgehê li ser îxtîmala Ertûrk bînin rûniştinê biryar da ku doz piştî nîvro jî bidome.
Di rûniştina piştî nîvro de tedbîrên zêde yên polîsiye bal kişand. Polîs li ser kursiyên pêş ên kesên ji bo şopandina dozê tên rûniştin. Parêzerên Erturk rapora tenduristiyê ya ji Fermandariya Navendî ya Hêzên Bejahî wergirtibûn pêşkêşî dadgehê kirin. Li ser vê yekê parêzerê mexdûran Tahîr Elçî got ku wê biryara neqlkirina dozê ya Enqereyê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn. Elçî got ku heta niha der barê kesekî ku bi kuştina 11 kesan tê darizandin ti lêpirsînek nehatiye kirin. Elçî xwest bersûc bê girtin.
Dadgehê rapora bersûc qebûl kir û daxwaza girtina bersûc red kir. Dadgehê doz taloqî 8’ê Tîrmehê kir. Doza ku berê li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk dihat, li ser daxwaza bersûc bi sedema ewlekariyê neqlî Enqereyê hatibû kirin.