Ji Şengaliyên li dîasporayê banga li PDK'ê

Serokê Meclîsa Şengaliyên li Dîaspora Fîkret Îgrek zextên PDK'ê yên demên dawî li hemberî Êzidiyan dike şermezar kir û bang li PDK'ê kir ku vê helwesta xwe ya dijber a li dijî Êzidiyan biguherîne.

Serokê Meclîsa Şengaliyên li Dîaspora Fîkret Îgrek zextên PDK'ê yên demên dawî li hemberî Êzidiyan dike şermezar kir û bang li PDK'ê kir ku vê helwesta xwe ya dijber a li dijî Êzidiyan biguherîne.

Li ser navê Meclîsa Şengaliyên li Dîasporayê Fîkret Îgrek der barê zextên dawî yên asayîşa ser bi PDK'ê yên li hemberî Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Îgrek zextên dema dawî û binçavkirin-girtina Êzidiyan ji aliyê asayîşa ser bi PDK'ê ve şermezar kir û bang li PDK'ê kir ku dawî li vê helwesta xwe bîne û binçavkiriyan bi lezgînî serbest berde.