13 xwendekar ji ber sînevîzyona Kobanê ji yûrdê hatin avêtin
13 xwendekarên li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwînin, bi sedema pêşandana sînevîzyona piştgiriya ji Kobanê û Şengalê re ji yûrdê hatin avêtin.
13 xwendekarên li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwînin, bi sedema pêşandana sînevîzyona piştgiriya ji Kobanê û Şengalê re ji yûrdê hatin avêtin.
13 xwendekarên li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwînin, bi sedema pêşandana sînevîzyona piştgiriya ji Kobanê û Şengalê re ji yûrdê hatin avêtin. Di teblîgata ji xwendekaran re hat şandin, sûcdariyên wek “Li yûrdê xerakirina hizûr û yekîtiyê” li xwendekaran hat kirin.
Lêpirsîna der barê 13 xwendekarên li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwînin bi sedema 12’ê Mijdara 2014’an li Saziya Yûrd û Krediyan (YKY) sînevîzyona ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê û Şengalê vedibêje temaşe kirin hatibû vekirin bi dawî bû. Di lêpirsîna ji aliyê Midûriyeta Wanê ya Saziya Yûrd û Krediyan ve hatibû vekirin, li 13 xwendekaran cezayê “Dûrxistina bêdem ji yûrdê" hat birîn. Lêpirsîn bi sedema “Li yûrdê xerakirina hizûr û yekîtiyê” hatibû vekirin. Di heman demê de kredî û bûrsa xwendekarên ku ji yûrdê hatin dûrxistin hat birîn.

