Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 21'ê Çileyê di encama qezaya motosîkletê bi giranî birîndar bibû û 3 meh bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê dihat dermankirin tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hate definkirin. Cenazeyê Dursun piştî karên otopsiyê ji Amedê birin Mêrdînê. Di ketina bajar de cenazeyê Dursun ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û bi konvoyek qelebalix birin gundê Hermijdat ê navçeya Qoserê. Hevalên Dursun ên xebatê, rêveberên HDP û DBP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, hevşaredarên Qoserê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Cenazeyê Dursun di ketina gund ji aliyê malbat û xizmên wî ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û piştre li ser milan birin mala wî. Li malê demên hestiyar hatin jiyîn. Cenazeyê Dursun ji aliyê hevalên wî yên xebatê ve hate hilgirtin û ber bi goristana gund ve birin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Dursun hate definkirin.
Piştî karên definkirinê xilas bûn Nivîskarê Azadiya Welat Hakki Boltan axivî û diyar kir ku di têkoşîna rizgariya demokratîk de cihê çapemeniyê gelek girîng e. Boltan anî ziman ku Dursun jî di vê têkoşînê de cihê xwe girt û peywirekî girîng hilgirt û wiha got:
"Dursun di dema nava têkoşînê de cih digirt di encama qezaya derbas kir de jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê Şehîdên Çapemeniya Azad bû. Em wî tu caran jî bir nakin. Weke tê zanîn ku Çapemeniya Azad mîrateya Apê Musa ji me re hiştiye. Têkoşîna di wê rê de tê dayîn didome. Têkoşîna Metîn heval jî parçeyekî vê têkoşînê bû. Em vê têkoşînê ti caran li erdê nahêlin."
Piştî axaftinan girse derbasî gund bû û konê sersaxiyê vekirin.