Endamên Baroya Wanê lêgerîn şermezar kirin
Parêzerên Baroya Wanê bi armanca şermezarkirina lêgerîna parêzeran a piştî çalakiya li Edliyeya Stenbolê li ber Edliyeya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Parêzerên Baroya Wanê bi armanca şermezarkirina lêgerîna parêzeran a piştî çalakiya li Edliyeya Stenbolê li ber Edliyeya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê parêzerên baroyê Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur daxuyanî xwend û diyar kir ku ya maf û azadiyan bipêrêze û li gorî hiqûqê bi rê ve bibe dad e. Tîmur anî ziman ku parêzer nûnerên parastina serbixwe ne û parêzvanên dadê ne û wiha got: "Ji ber vê yêkê girîngiya nedin parêzeran li wir behsa maf, edalet û hiqûqê nayê kirin." Tîmur da zanîn ku piştî çalakiya li hemberî Dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Salîm Kiraz parêzer di ketina edliyeyan de rastî pirsgirêkên gelek cidî tên û pirsgirêka ewlehiya edliyeyan a dozger, dadger, parêzer û xebatkarên edliye ya hevpar e.
Tîmur bilêv kir ku pirsgirêka ewlehiyê ya li edliyeyan pêk tê bi ketina parêzeran de girêdan, parêzeran hedef nîşan dide û wiha axivî: "Bi vê yêkê parêzeran di nava civakê de weke hedef nîşan didin. Pêkanînên rêveberên awerte yên li Edliyeyan nayê qebûlkirin. Di rojên dawî de hin rêveber bi daxuyaniyên xwe hemû berpirsiyarê diavêjin ser parêzeran û ev yêk gihiştiye asteke gelek bi fikar. Di şexsê parêzeran de hiqûq, maf û azadî tên binpêkirin û bêbawerkirin."
Piştî daxuyaniyê parêzer ketin avahiya edliyeyê û di hûndir de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parêzeran dirûşmeyên "Mafê parastinê nayê astengkirin", "Bêdeng nemîne biqîre parastin mafê te ye" û "Bijî mafê parastinê" berz kirin. Piştî çalakiya rûniştinê ya ji 30 deqeyan pêk tê çalakî bi dawî bû