Xebatên keşfê zêde dibin
Xebatên keşfê yên pêgerên hewayî yên artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya her diçin zede dibin.
Xebatên keşfê yên pêgerên hewayî yên artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya her diçin zede dibin.
Xebatên keşfê yên pêgerên hewayî yên artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya her diçin zede dibin.
Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî xebatên keşfê yên artêşa Tirk de daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniyê ev agahî dan:
“Di 5’ê Nîsanê de saet di navbera 05.00-08.00 û 12.00 û 19.00’an de ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya ji ser xeta sînor a herêma Avaşîn pêgerên hewayî yên keşfê geriyane. Ev xebatên keşfê li Herêmên Parastinê yên Medya her diçin zêde dibin. Li gorî vê;
Di 5’ê Nîsanê de saet di navbrea 11.00-17.00, 22.00 û 6’ê Nîsanê saet di navbera 05.00’an de ji ser herêma Şehîd Kendal, Deriyê Dawetiyê, Vektorya û Kato Silê ya li ser xeta herêma Heftanînê, 5’ê Nîsanê saet di navbera 13.00-15.00 û 21.00’ê û 6’ê Nîsanê 03.30’an de li ser herêma Zapê, di 5’ê Nîsanê de saet di navbera 05.00 û 09.00’an de li ser herêma Metîna pêgerên hewayî xebatên keşfê kirine.
Dîsa 5’ê Nîsanê saet di navbera 15.00 û 6’ê Nîsanê 11.30’an de li ser herêmên Cîloya Biçûk û Ertuşê ya xeta sînora herêma Zapê keşf pêk hatine.
5’ê Nîsanê saet di navbera 06.00 û 19.00’an de ji Qereqola Serbesta û Aşut a di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye û di xeta sînorê herêma Metîna de ye, tevgera helîkopterên Skorsky û wesayîtên zirxî hatiye dîtin.”