Newroz û 4'ê Nîsanê li Montpellîer û Dortmûndê hatin pîrozkirin
Li bajarê Fransa Montpellîerê Newroz û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hatin pîrozkirin. Li bajarê Elmanya Dortmûndê jî rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.

MONTPELLÎER
Şahiya li bajarê Fransa Montpellîerê saet di 14:00 de li Salona Peyroû Pîtotê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiya ku herî zêde jin û ciwan beşdar bûn de, rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî li vir axivî. Aydar diyar kir ku divê pêvajoya bi Newrozê re destpê kiriye di 7'ê Hezîran de bi serketinê re were tacîdarkirin û destnîşan kir ku ev yek bi azadiya Ocalan dikare bi ser bikeve.
Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan û paşê Hozan Comert, Ozan Rêber, Alan Dildar, Suleyman Çelîk, Ozan Menal û Rojda Bîter derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.
DORTMÛND
Li Dortmûnd-Dakme jî rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi beşdariyeke girseyî de Nûda Botan axaftina vekirinê kir. Botan ragihand ku rojbûna Ocalan di heman demê de rojbûna gelê Kurd e. Botan got, "Ji bo azadbûna Rêbertiyê divê em bi hemû hêza xwe têbikoşin."
Dayika Zekiye jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ragihand ku ev roj ji bo Kurdan gelekî watedar e. Piştî axaftinan zarokan pasta rojbûnê birîn û li beşdaran belav kirin. Koma Agirê Botanê jî stranên xwe pêşkêş kir û beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên komê govend gerand.