Ji Dêrsimê li dijî Waliyê Yalova nerazîbûn
Şaxa Egitim Sen a Dêrsimê ku têkildarî Waliyê Yalova yê bûye sedema kuştina endamê Egîtîm Sen a Dêrsimê Halîl Serkan Oz, çalakî pêk anî û xwest Waliyê Yalovayê istîfa bike.

Şaxa Egitim Sen a Dêrsimê, ji ber ku Waliyê Yalovayê Selim Cebiroglu neheqî li mamosta Halîl Serkan Oz kir û Oz bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, çalakî pêk anî. Endam û rêveberên Egîtim Sen'ê û KESK'ê ji Kuçeya Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiyan.
Di meşê de pankartê "Kul û hêrsa me mezin e, kujerê mamoste Waliyê Yalovayê îstîfa" hat vekirin. Kedkaran dirûşmên "Waliyê Yalovayê îstîfa" hat gotin. Meş li Qada Seyîd Riza bi dawî bû. Piştre komê li vir daxuyanî da çapemeniyê.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Dêrsimê Hasan Olgûn diyar kir ku zext û pêkutiyên hikûmeta AKP'ê li ser mamostayan berdevam dikin û endamê Egîtîm Sen a Dêrsimê Halîl Serkan Oz jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Waliyê Yalovayê Selim Cebiroglu sedema mirina hevalê me ye. Em ji bo mirina wî şîn nagirin. Em ê ji bo rûmet û keda xwe têbikoşin."
Daxuyanî bi dirûşma "Waliyê Yalovayê îstîfa" bi dawî bû.