NCDK-Munster kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Munsterê kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Şaredarê Kobanê Mûstafa Abdî û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç amade bûn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Munsterê kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Şaredarê Kobanê Mûstafa Abdî û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç amade bûn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Munsterê kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Şaredarê Kobanê Mûstafa Abdî û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç amade bûn.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Dûre ji bo dîwanê Tahîr Koçer, Zekiye Yilmaz û Vedat Tûrgay hatin hilbijartin. Axaftina vekirinê ji aliyê endamê Koordînasyona Civaka Azad Tahîr Koçer ve hat kirin.
Koçer da xuyakirin ku di encama têkoşîna çil salî ya tevgera Kurd de pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn û destnîşan kir ku bi taybetî berxwedana lehengî ya YPG û YPJ'ê ya li Kobanê, bi rêzdariyeke mezin li Ewropayê hatiye pêşwazîkirin. Koçer got, "Vê berxwedan cihê xwe di rûpelên dîrokê û mejiyan de girtiye. Di dema pêş de ev berxwedan dibe ku di dibistanan de weke derseke dîrokê were dayîn."
Koçer da zanîn ku bal kişand ser girîngiya ji nû ve avabûn û xurtbûna navendên civaka Kurd li Ewropayê û destnîşan kir ku girîng e tevlîbûneke xurt li xebatên van navendan were kirin.
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî kongre silav kir û anî ziman ku di girîng e xwedî li nirxan were derketin. Koç ragihand ku di pêvajoya heyî de divê navendên civaka demokratîk ên Kurd werin xurtkirin.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî bi coşeke mezin ji aliyê delegeyên kongreyê ve hat pêşwazîkirin. Ebdullah ji xebatên navendê re serketin xwest û got, "Berxwedana Kobanê deriyê azadiyê li gelê Kurd vekir. Bi berxwedana lehengî ya li Kobanê re derket holê ku dema Kurd bibin yek, dikarin çi bikin."
Şaredarê Kobanê Mûstafa Abdî jî da xuyakirin ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî li Kobanê berxwedaneke lehengî li hemberî DAIŞ'ê hatiye nîşandan û destnîşan kir ku gelê Kurd serketineke mezin bi dest xistiye. Abdî got, "Nêzî ji sedî 80 ê Kobanê bûye xirbe, ketiye rewşeke ku nema dikare bê bikaranîn. Armanca me ya bingehîn ji nû ve avakirina Kobanê ye. Lewma pêwîstiya me bi alîkariyên we heye. Alîkariyên maddî û manewî yên we beriya niha kiribûn, gelekî moral dabûn me."
Di kongeryê de komîsyonên rêxistinbûyîn, aştî û lihevkirin, jin, ciwan, çand, têkiliyên derve, şehîd û windahî, yekîtiyên baweriyan, ziman û perwerde, sazî, dîsîplîn û kontrolê hatin avakirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Musnterê ji 83 kesan pêk tê. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Ayhan Çelîk û Medya Yilmaz hatin hilbijartin.
Li dû kongreyê ji bo 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pasta hat birîn. Beşdaran her wiha li ber stranên koma Menal û Bereket govend gerand.