Berroj: Berxwedana li Kobanê dawî li tarîtiyê anî

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên tarî hat meşandin, bi navê "Berroj" yekemcar dibe mijara dokûmanterê.

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên tarî hat meşandin, bi navê "Berroj" yekemcar dibe mijara dokûmanterê. Dokûmanter wê di çarçoveya 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de di 17'ê Nîsanê de li Konsolosiya Fransayê were nîşandan. Nûçegihanê wêneyan Îhsan Kaçar ê bi Omer Leventoglû re dokûmanter kişand, ji ANF'ê re axivîn.

Weke nûçegihanê wêneyan te berxwedana Kobanê şopand. Nêrîna çêkirina dokûmanterê bi çi rengî derket holê?

Di destpêkê de weke rojnamevanekî çûm Pirsûsê. Hingî li Kobanê pevçûnan nû destpê kiribûn. Meha Îlonê bû, hînê çeteyên DAIŞ'ê neketibûn Kobanê. Wê demê bi ajansa Elman ZDF re xebitîm. Di destpêkê de ji derve ve min şahidî ji şer re dikir. Li gundê Atmenekê min wêne dikşand. Atmosfereke giran hebû. Şerekî ne adîl bû. YPG'ê bi çekên gelekî biçûk û Kêm Kobanê diparastin, di destê DAIŞ'ê de jî çek û cebilxaneya ji teknolojiya dawî hebû. Her tim di hişê min de bû, ku divê vê bê edaletî û berxwedanê bikim dokûmanter. Ev nêrîna min li kampa Kobanê ya li Pirsûsê, bi naskirina Ehmed Remo re şênber bû.

RUHÊ LI WIR LI BER XWE DIDE RUHÊ EHMED REMOYA NE

Ehmed Remo kî ye?

Ehmed Remo gerîlayekî berê yê PKK'yî yê ji Kobanê ye. Em wê derê li mirovên li kampan re her tim rûdiniştin û me çîroka wan dikirin nûçe. Li kampa Kobanê Ehmed Remo yê lingên wî ji çongê ve jêkirî bala min kişand. Çûm cem wî min pê re sohbet kir û çîroka wî gelekî bala min kişand. Remo yê di sala 1988'an de tevlî refên PKK'ê bû, di pevçûna li Çiyayê Allahû Ekber ê Erzîromê de bi saxî filitî ku di wî şerî de nêzî 70 gerîla windahî dan. Bi rojan birçî ma. Ruh di lingê wî de namîne û bi ser zikê xwe ve xwe kaş dike û digihêjîne gundekî, lê li vir ji aliyê leşkeran ve tê girtin. Bi rewşeke ku lingên wî ji ber berfê pûç bûye, wî dibin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Erzîromê û îşkenceyê lê dike. Dema hat girtin, eger bibirana nexweşxaneyê wê lingên wî bihata rizgarkirin, lê belê ji ber îşkenceyê lê dibe kangre. Remo nahêle lingên wî bê jêkirin, lê belê, li ser israra hevalên wî yên PKK'yî qebûl dike û ji nexweşxaneyê dişînin girtîgehê. 12 salan di girtîgehan de hat ragirtin. Dema hat berdan berê xwe da Kobanê cihê lê ji dayik bûye û mezin bûye. Lê belê li vir jî îstîxbarata Sûriyeyê dest jê bernade. Ji ber ku her du lingên wî jêkirî ye, nikare bi tena serê xwe bijî. Rojekê li gundekî li jineke ker û lal rast tê û biryarê dide pê re bizewice. Ji vê zewacê keçeke wana a bi navê Zozan tê dinyayê. Zozan wan bi jiyanê ve girê dide. Lê belê vê carê jî DAIŞ êrîşî Kobanê dike. Ehmed Remo tevî ku şervanekî kevne û astengdare jî bi malbata xwe re neçar dimîne koçî Pirsûsê bike. Lê dilê wî her tim li aliyê din ê sînor lê dide. Her roj bi wesayîtekê diçe ser sînor û li pevçûnan dinêre. Ji me re her tim digot, "Xwezî rewşa min ne bi vî rengî bûya, min karibûya xaka xwe biparasta." Dema min li çîroka wî guhdarî kir, gelekî bandor li min kir. Û min biryar da ku ji çîroka Ehmed Remo destpê bike û dokûmantera berxwedana Kobanê çêbikim. Ji ber ku ciwanên Kobanê diparêzin, ji îdeolojiya Ehmed Remo xwe jê xwedî kir, derketin holê. Piştî guhdarîkirina li vê çîrokê bi Omer Leventoglû re me biryara çêkirian dokûmanterê dan.

DEMA ME XWE GIHAND KOBANÊ MIN AX MAÇÎ KIR

Hûn çawa derbasî Kobanê bûn?

Di dema herî dijwar a şer de derbas bûm û 12 rojan mam. Ji sedî 60 ê Kobanê di destê DAIŞ'ê de bû. Derbasbûna ji derî nepêkan bû. Ji ber ku topên hawanê timî li ber deriyê sînor diket. Lê min biryara xwe ji mêj ve dabû û bi rayedarên Kobaniyî yên li Pirsûsê re ketim nava diyalogê, min ji wan re got ku dixwazim weke rojnamevanekî derbas bibim. Gotin temam û anîn ziman ku firsenda destpêkê de ew ê min derbas bikin. Lê belê tevî ku bi rojan mam jî, ti agahî nehat. Çûm gundekî nêzî sînorê Yûmûrtalik, min hewl da li wir rêyeke derbasbûnê bibînim. 8 rojan bi vî rengî li ser sînor sekinîm û komeke ji 40 şervanî yên ji bo derbasî Kobanê bibin hat. Min ji wan re got ku rojnamevanim û dixwazim derbas bibim. Bi du koman em derbas bûn. Koma destpêkê çû lê belê ji ber têl gelekî tûj bûn, nikarîbû derbas bibe. Piştre koma duyemîn a ez jî di nav de bû, saet di 03 ê sibehê bi pêşengiya rêberekî ket ser rê. Hewa sar bû û baran hebû. Em 42 kes bûn û ji bo panzerên leşkeran me nebînin ji nava çem em derbas dibûn. Dema em xwe gihand Kobanê YPG'yiyan em pêşwazî kirin. Mîna ku min berê soz da xwe, dem em derbas bûn min ax maçî kir. Vê rewşa min her kes matmayî hişt. Destpêkê gotin qey ez şervanek im, min ji wan re got ez rojnamevanekim. Wê şevê em bi şervanan re man. Bi tenê çend malên ewle mabûn. Ew mal timî dihatin guhertin. Dûre ez birin ciekî ku çapemenî lê dikare bixebite.

CÛDÎ LI ENIYA ŞER E

Te karîbû xwe bigihîne qada şer?

Belê, min xwe gihand. YPG û YPJ bi rastî jî di mercên zehmet de şer dikir. Li wir min ji mirin, birîndarî, teqîn û fîşekan re şahidî kir. Li Eniya Xerbê ku wee eniya Cûdî dihat naskirin û yek ji eniyên herî xetere bû, ez li hevalekî xwe yê berê rast hatim. Li wir fermandarê YPG'ê yê ku em pêşwazî kir, hevalekî min ê ku zêdeyî 10 sal in min ew nedîtiye, bû. Em her du jî şoq bûn. Henek kir û ji min re got, 'tu hînê entelî'. Ji ber ku şervanekî serketî bû, nasnavê wî Cûdî li eniyê kiribûn. Dûre piştî ji Kobanê derketim, min bihîst ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye.

Mercên YPG/YPJ'yiyan çawa bû? Moralên wan çawa bû?

Beriya her tiştî di mercên gelekî zehmet de şer dikirin, lê moralên wan her tim bilind bûn. Bi biryar bûn ku heta dawiyê şer bikin. Nêrîna 'heta mirovê herî dawî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin' her tim di nava wan de zindî bû. Li cem YPG'yiyan bawerî, fedekarî û kleşên wan hebûn. Rizgariya Kobanê jî ev bû. Bifikirin, DAIŞ li odeyeke xaniyekî, YPG'yî jî li odeyeke din a heman xaniyî bûn. Kî rahêje hors û bi lez dîwêr qul bike û bombeyê biavêje odeya din, ew ê mewziyê qezenç bike. Ev yek rewşeke satrançî bû. Di emrê xwe de yekemcar min mirin ewçend nêzî xwe dît.

YPJ'YÎ GELEKÎ BAŞ ŞER DIKIRIN

Tu li berxwedana jinên YPJ'yî jî rast hat, ew çawa bûn?

Dikarim bêjim ku ew ji YPG'yiyan bêhtir bi motîve bûn. Ji ber ku baş bi nêrîna DAIŞ'ê ya li hemberî jinê dizanîbûn, gelekî bi biryar bûn. Gelekî baş şer dikirin. Ev yek jî ji bo her kesî dibû çavkaniyeke mezin a moralê. Di wan mercên giran de jî bi hev re govend digerandin û moral didan. Bi hoparlorên li ser qemyonekê sirûda Rojava lê didan û ev yek jî DAIŞ dîn dikir. Psîkolojiya wan ewqasî xera dibû ku ji ber xwe ve gule direşandin û hawan diavêtin. Ew qemyonet li hemû mewziyan digeriya.

DESTEKA TIRKIYEYÊ YA JI BO DAIŞ'Ê JI ALIYÊ HER KESÎ VE DIHAT ZANÎN

Di tevahiya şer de dihat gotin ku Tirkiyeyê alîkariya lojîstîk daye DAIŞ'ê. Tu li rewşeke bi vî rengî rast hat?

Bê guman min ji vê rewşê re şahidî kir, ji xwe alîkariya ji wan re hat dayîn nehat veşartin. Bi taybetî di ser şiba trenê, dihatin Kobanê û êrîşî YPG'yiyan dikirin. Her kesên li wir bi vê dizanîbûn. Piştî êrîşa bombeyî ya li deriyê sînor ê Murşîtpinarê, yek ji rojnamevanên çûn gundê Atmanekê me. Û min li wir dîmenê wesayîta DAIŞ'ê ya reviya kişand. Ji xeta ku panzerên leşkerên Tirk lê bûn, reviya. Ji Tirkiyeyê agahî ji YPG'yiyan re tê dayîn ku wê saet di 05'an de wesayîta sotemeniyê were şandin û di wê saetê de DAIŞ êrîşa bombeyî dike. Ev yek êrîşeke bi zanebûn bû. Hemû rayedarên ku li Kobanê bi wan re axivîm, ev agahî piştrast kirin.

Wekî din, gelekî dihat gotin ku balafirên DYA li cihên vala dixistin.

Belê, eger DYA yanî koalîsyonê di destpêkê de dest li rewşê werdabûna, DAIŞ nekarîbû biketa Kobanê. Ji ber ku tankên ku bi rojan ji Reqqayê anîn, 3 kîlometre dûrî Girê Miştenûrê bombebaran dikirin. DYA di destpêkê de destwerdaneke di cih de nekir. Lê belê piştî ku berxwedanê li cîhanê deng veda, neçar ma pozîsyona xwe biguherîne.

TEKONOLOJIYA HERÎ MEZIN VÎN E

Tu dikarî van 12 rojên şahidiya xwe bi çi rengî pênase bike?

Ez di nava berxwedana herî balkêş a sedsala 21'an de bûm. Di nava ruhê azadî, berxwedan û şer de çûm û hatim. Ji ber ku berxwedana bi rûmetê ya li hemberî şerekî hov û bê pîvan hat nîşandan, careke din nîşanî min da ku teknolojiya herî mezin ne çek e, mirov û vîna mirov e. Ya ku Kobanê azad kir jî ev vîn bû. Derketina Ehmed Remo, berxwedana YPG û YPJ'yiyan dewamiya vê vînê ye.

Çima Berroj?

Tê wateya berbanga sibehê. Ji bo Kurd û Kurdistanê xwedî nirxekî felsefîk ê mezin e. Piştî têkoşîna 37 salan, Kurd bi berxwedana li Kobanê re ji tarîtiyê derketin û ev yek vê derketina ronahiyê îfade dike. Ne tenê ji bo Kurdan berxwedana Kobanê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hilhatina rojeke nû ye. Ji ber ku Berrroj kêliya tarîtî bi dawî dibe û ronahî destpê dike ye.

 

...