Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Dursun

Gelek kes bi awayekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ê meha Çileyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama qezaya motorsîkletê de birîndar bû û duh jiyana xwe ji dest da

Gelek kes bi awayekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ê meha Çileyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama qezaya motorsîkletê de birîndar bû û duh jiyana xwe ji dest da.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun beriya sê mehan dema ji malê derket, di encama qezaya motorsîkletê de bi giranî birîndar bû û duh jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê Dursun li gundê Hermijdat ê navçeya Qosera Mêrdînê spartin axê.

Piştre ji aliyê malbat û xizmên wî ve konê sersaxiyê hate vedan. Tevî rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, hevşaredarên Qoserê, rêveberên MEYA-DER’ê, endamên Navenda Jinan a Nûda ya Şaredariya Qoserê gelek kes çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Dursun hatibû vedan.

Piştî dûa hate kirin sersaxî li malbata Dursun re hate xwestin.