Li Moskowê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Rûsya Moskowê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Rûsya Moskowê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyê bi lîstika şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bi navê 'Destê şeş tilî' destpê kir. Li dû lîstika şano ya ku rastî eleqeyeke mezin hat, li ser navê saziyên Kurd ên li Rûsyayê û li ser navê KCK'ê axaftin hat kirin.

Di pîrozbahiyê de, heyeta Rojavayê Kurdistanê ya di çarçoveya hevdîtinên li ser Sûriyeyê de li Rûsyayê ye, amade bû. Li ser navê heyetê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim peyivî.

Muslim da xuyakirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd mîladeke û destnîşan kir ku berxwedana lehengî ya li Rojava û xebatên ji nû ve avakirinê, bi saya vê rojê pêkan bûne.

Muslim her wiha da zanîn ku 4'ê Nîsanê ji bo gelên herêmê û tevahiya gelê cîhanê jî mîladeke û anî ziman ku ev roj roja destpêkirina têkoşîna modernîteya demokratîk a li hemberî modernîteya kapîtalîst e. 

Piştî axaftinan zarokan pasta rojbûnê birîn û li beşdaran belav kirin. Dûre hunermendên herêmî derketin ser dikê û beşdaran heta saetên dereng li ber stranên hunermendan govend gerandin.

 

...