Pevçûnên li Kantona Cizîrê dewam dikin

Li Kantona Cizîrê pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de bê navber dewam dikin.

Li Kantona Cizîrê pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de bê navber dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê pevçûnên dawî yên li herêmê de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê derketine operasyonê û operasyon li hemberî gundikê Ennabiya Sudan a 7 kîlometre li başûrrojavayê gundê Menacirê ye pêk hatiye. 

Li gorî daxuyaniyê; di encama vê operasyonê de gundik hatiye rizgarkirin, lê belê der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê duh nîvê şevê êrîşî gundê Mişko yê Serêkaniyê kirin û di encama pevçûnên dirêj û dijwar de êrîşa çeteyan hatiye şikandin.

Navendê da zanîn ku pevçûnên li vir de 3 çete hatine kuştin, tevî termekî çeteyan 2 kleş, 1 BKC, 2 guleyên rokêtavêja B7 û hinek ji cebilxaneyên çeteyan ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê