Gerîlayên HPJ û YRK'ê rojbûna Ocalan pîroz kirin
Gerîlayên HPJ û YRK'ê li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî, 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 11. salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê gerîlayên HPJ û YRK'ê ve bi merasîmeke leşkerî hat pîrozkirin.
Di merasîmê de ji fermandarên HPJ û YRK'ê Axîn Rojhilat, Jiyan Zemyan, Hekî Cûdî, Rênas Roj û Şero Demhat amade bûn.
Endama Konseya Leşkerî Axîn Rojhilat di merasîmê de axivî û 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dayikên cangoriyan, gelê Kurdistan û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Fermandar Rojhilat diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekiriye bibe zarokê şaristaniyê.
Di axaftina xwe de Fermandar Axîn Rojhilat 11. salvegera damezrandina PJAK'ê jî pîroz kir û anî ziman ku di heman demê de w dewreya Ş. Harûn Tolhildan a Perwerdeya Leşkerî û Bîrdozî ya Akademiya Ş. Simko digirin û ji beşdarên dewreyê re serketin xwest.
Piştî merasîma leşkerî pîrozbahî bi bernameya çandî û gerandina govendê bi dawî bû.