KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya kantona Kobanê, bi nûnerên rêxistin û saziyan re hat gel hev
Li Kantona Kobanê ji bo nîqaşkirina destpêkirina projeya jinûve avakirina Kobanê bi tevlîbûna hemû rêxistin, sazî û partiyan civîn tê lidarxistin. -
Endama DHKPC Kalsen li Dêrsimê spartin axê
Cenazeyê Endama DHKPC'ê Elîf Sultan Kalsen a ku di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê hate definkirin. -
Şervanê YPG’ê Mazlûm û endamê Asayişê Welîd hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanê YPG’ê Egîd Mazlûm (Hisên Silêman) û endamê Asayişê Xalîd Welîd ku bi eslên xwe ji Ereb in, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. -
Li Wanê bi hezaran kes ketin ser rêya Amara
Bi hezaran kesên li Wanê li hev civiyan, ji bo tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li Amarayê bibin, ketin ser rê. -
HPG: Artêşa Tirk kemînan datîne û keşfê dike
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk ji 27'ê Adarê û vir ve kemînan datîne û keşfê dike. -
Li Şengalê du gerîlayên YJA Starê jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya HPG/YJA Star a Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihandin, di pevçûnên li Şengalê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Kobanê' ji bo tehlûkeya mayînan hevdîtin
Nûnerên Rêxistina Astengdaran a Navneteweyî (HANDÎCAP), ji bo têkildarî mayînên çeteyên DAIŞ’ê bicihkirin e, xebatan bimeşînin û danûstendinan bikin hatin Kobanê. -
Artêşa Tirk kemînan datîne ber gundiyên bazirganiya sînor dikin
Hate hînbûn ku Artêşa Tirk li dijî kesên li herêmên sînorê Başûrê Kurdistanê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê bazirganiya sînor dikin, kemînan datîne. -
DBP: Şertê pêşî yê aştiyê, azadiya Birêz Ocalan e
DBP’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û şertê pêşî yê aştiyê jî azadiya Ocalan nîşan da. DBP’ê bang li hemû gel kir ku beşdarî bernameya 4’ê Nîsanê bibin. -
Konferansa Lêgerînên Destûra Bingehîn a Nû li Amedê destpê kir
Konferansa bi mijara "Lêgerînên Destûra Bingehîn a Nû" ya ji aliyê Baroya Amedê ve tê organîzekirin, destpê kir. -
YPG: Li Kobanê û Cizîrê 29 çete hatin kuştin
Di çalakî û pevçûnên dijwar ên duh bi şev li kantonên Kobanê û Cizîrê de, YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di encama pevçûnan de herî kêm 29 çete hatin kuştin. -
Ji Mêrdînê bi sedan wesayît ketin ser rêya Amarayê
Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mêrdînî bi sedan wesayîtî ketin ser rêya Amarayê. -
Gerîlayên YJA Starê "Meşa Azadiyê" pêk anîn
Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê "Meşa Azadiyê" pêk anîn -
KONGRA GEL 4'ê Nîsanê pîroz kir
KONGRA GEL bi wesîleya 4'ê Nîsanê peyamek weşand û got, "Rêber Apo hêvî, roj û ronahiya vê sedsalê ye." -
Li Kobanê 4'ê Nîsanê tê pîrozkirin
Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Kobanê, di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pîrozbahiyek lidar xist. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed şandin Kobanê
Şervanê YPG'ê Delîl Îsmaîl Mihemed (Canfeda), ku di pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mihemed ber bi Kobanê ve hat şandin. -
Li Til Temirê 11 çete hatin kuştin
Di çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê yên duh bi şev ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Til Temirê 11 çete hatin kuştin. -
Rêwiyên Amarayê pêl bi pêl digihêjin Xelfetiyê
Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî tên Xelfetiyê. Li avahiyên bilind ên navçeyê jî wêneyên mezin ên Ocalan hatin daliqandin. -
Ok: Siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bibîr xist ku bi qasî 1.500 kesî serlêdana bernamzetiyê li HDP'ê kirine û destnîşan kir ku ev yek nîşan de ku siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê. -
Jiyana azad a bi şitlekê destpê kir
Gerîlayên PKK'ê, der barê rojbûna 66. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hestên xwe anîn ziman. Gerîlayan destnîşan kirin ku ew 4'ê Nîsanê weke ji nû ve rojbûna li jiyanê pênase dikin. -
Temel li Qibrisê hat bîranîn
Şaredarê berê yê Elkê Yûsûf Temel, ku dema li Edeneyê tedawiya kanserê didît jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Çanda Kurd a Qibrisê hat bîranîn. -
Li Xalfetî yekemîn agirê 4’ê Nîsanê hat pêxistin
Girseya bi şîara "Ji Rêbertî re Azadî" ber bi Xalfetî ve diherike, yekemîn agirê pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêxist. -
Şervanên YPG’ê Rêzan û Hogir ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin
Bi hezaran welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û gundên girêdayî wan cenazeyên şervanên YPG’ê Rêzan Raêd û Hogir ku di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin. -
Serpîskoposê Dêra Suryaniyan a Cîhanê li Qamişlo ye
Patrîkê Antakya û Hemû Rojhilat û Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Cîhanê Mar Ignatius II. Efram hate Qamişlo. -
Li ser rêya Amarayê rawestgeha dawî
Du baskên meşa Amarayê yên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê bi rê ketin gihîştin cihê wê bi şev lê bimînin.