Rêveberiya kantona Kobanê, bi nûnerên rêxistin û saziyan re hat gel hev
Li Kantona Kobanê ji bo nîqaşkirina destpêkirina projeya jinûve avakirina Kobanê bi tevlîbûna hemû rêxistin, sazî û partiyan civîn tê lidarxistin.

Li Kantona Kobanê bi armanca nîqaşkirina destpêkirina projeya ji nûve avakirina Kobanê civînek tê lidarxistin.
Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser yên herdu meclîsên Rêbveber û qanûnsaz, nûnerên Saziyên Civaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), serokên eşîrên kantonê û Fermandarê Giştî yên Hêzên YPG’ê Mehmûd Berxwedan, Endamê Rêbveberiya TEV-DEM’ê ku çûye serdan Kobanê Ebdilselam Ehmed, nûnerên partiyên siyasî yên wekî Rêbveberê Partiya Pêşverû ya demokrat li Sûriyê Mustefa Henîfî, Rêveberê Partiya Wehdê ya Sûriyê (Yekîtî) Îsa Kino û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê amade bûn.
Di civînê de mijarên, destpêkirina projeya jinûve avakirina Kobanê, bajar wê li ku bê avakirin, li kîjan deverê wê avahî lê bên çêkirin û kîjan jî dê ji bo ku şahidiya berxwedana Kobanê bên hiştin, tên nîqaşkirin.