DBP: Şertê pêşî yê aştiyê, azadiya Birêz Ocalan e

DBP’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û şertê pêşî yê aştiyê jî azadiya Ocalan nîşan da. DBP’ê bang li hemû gel kir ku beşdarî bernameya 4’ê Nîsanê bibin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

ISRARA XWE YA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ PARAST

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Gelê Kurd bi salane 4’ê Nîsanê bi taybetiyên hebûna xwe re, wek roja hilhatina xwe pîroz dike û got: “Wateya vê rojê, gelê Kurd di warê qezenckirina hebûnê de di hilhatina Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan de dibîne. Gelê Kurd bi darbeyên leşkerî hewl dihat dayîn ku din betonê de bê hiştin. Sembola herî girîng a li dijî vê derket Birêz Ocalan bû.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan ji bo ku gelê dihat xwestin bê ziman, nasname û çand bê hiştin, ji tinebûnê xilas bike, derxist holê ku yekane rêya li dijî asîmîlasyonê  berxwedane û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd beşdarî vê berxwedanê bû ji bo çand, nasname û zimanê wan tine nebe têkoşîna hebûn-tinebûnê dan û têkoşîna xwe roj bi roj mezin kirin û anîn asta têkoşîna ‘statuya Kurdan’. Ocalan ji roja ku hatiye dinê heta îro aliyên xwe yên ku nirxê dide mirovahiyê her tim mezin kiriye, tevî israrên dewletê yên ku di çareseriyê de gavê naveje de, ketiye nava hewldanek mezin. Ocalan israra xwe ya di aştiyê de bi banga xwe ya agirbesta yek alî dubare dubare nîşan daye.

AZADIYA BIRÊZ OCALAN ŞERTÊ PÊŞÎ AŞTIYÊ YE

DBP’ê da xuyakirin ku ger aştî pêk bê jî divê bi azadiya îradeya gelan pêk bê û wiha pê de çû: “Daxwaza herî girîng a îsal di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de danîne holê, azadiya Birêz Ocalan a gelan wek îradeya xwe dîtiye. Ger aştiyek pêkan be, wê bi daxwaza gelan be. Ji bo vê jî j bo azadiya Birêz Ocalan aştî şertê pêşî ye.

Rola Birêz Ocalan a ku gelê Kurd wek rêberê xwe qebûl kiriye nayê nîqaşkirin.  Rojbûna Birêz Ocalan di 4’ê Nîsanê de ji aliyê gelê Kurd ve bi coşa cejnê tê pîrozkirin. Di vê demê de li gor felsefeya jiyana Birêz Ocalan şitl tên çandin.”

QETILKIRINA KARAOGLAN Û DAG

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ji pîrozkirina rojên ku gel wateyê dide hebûna xwe, xwezayîtir û watedartir tiştek tine.  Lê heta îro li dijî vê roja ku gelê Kurd di hewaya cejnê de pîroz dike, êrîş pêk hatine û meşên pêk hatine, şitlên hatine çandin wek ‘çalakiyên qedexe’ hatine binavkirin û di vê çarçoveyê de kesên beşdarî bernameyên 4’ê Nîsanê bûne wek endamên rêxistinê hatine darizandin. Li aliyê din jî bi dehan xwendekarên zanîngehê bi hinceta beşdarî 4’ê Nîsanê bûne ji dibistanan hatine dûrxistin. Di sala 2009’an de leşker û polîsên dewletê êrîşî pîrozbahiyên li Amara kirin, Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.”

BANGA BEŞDARBÛNÊ

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em jî 4’ê Nîsanê ku ku gelê Kurd wek roja hilhatina xwe pîroz dike, pîroz dikin, hêviya me ev e ku ji ji gelê me re aştî û azadiyê bîne.  Em di serî de rêheval Mustafa û Mahsum ku bi canê xwe ev roj aniye van rojan û hemû şehîdên şoreşê careke din bi rêzdarî bibîr tînin, destnîşan dikin ku divê kujerên wan demildest derkevin holê.” DBP’ê bang li hemû gel kir ku beşdarî bernameya 4’ê Nîsanê bibe.