Li Kobanê' ji bo tehlûkeya mayînan hevdîtin

Nûnerên Rêxistina Astengdaran a Navneteweyî (HANDÎCAP), ji bo têkildarî mayînên çeteyên DAIŞ’ê bicihkirin e, xebatan bimeşînin û danûstendinan bikin hatin Kobanê.

Piştî çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî Kobanê kirin ji bajêr hatin derxistin, li dijî çeteyan operasyon ku didomin ji bo gelê hêdî hêdî vedigerin bajêr û gundên xwe mayîn ji bo gel tehlûkeyeke mezin e. Hikûmeta Kantonê ji bo paqijkirina bi hezaran mayînên çeteyan li erazî û malan bicih kirin xebatan dimeşîne. Dîsa li ser banga Hikûmeta Kantonê nûnerên Rêxistina Astengdaran a Navneteweyî (HANDÎKAP) ya têkildarî mayînan xebatan dimeşîne hat Kantona Kobanê. Nûnerên HANDÎCAP ên hatin Tirkiyeyê û ji vir di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bûn. Nûnerên HANDÎCAP Philippe Houliat û David Sulaiman li deriyê sînor ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ve hatin pêşwazîkirin.  

Piştî pêşwazîkirinê nûnerên HANDÎCAP, bi Wezîrê Parastinê  Şêx Hesen re çûn Navenda Xweseriya Demokratîk û li vir bi tevlîbûna rêveberên kantonê re hevdîtin pêk hat. Di hevdîtinê de der barê tehlûkeya mayînên li kantonê nûnerên rêxistinê agahî wergirtin. Têkildarî xebatên bên kirin axaftin hatin kirin.