Li Kobanê 4'ê Nîsanê tê pîrozkirin

Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Kobanê, di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pîrozbahiyek lidar xist.

Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Kobanê, di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pîrozbahiyek lidar xist.

Şahî li seheya Futbolê ya Kobanê bi beşdariya gelek ciwanan hate lidarxistin. Di şahiya ku pankarta “Tîrêjên 4’ê Nîsanê wê hemî planan têk bibin” hate daliqandin de, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be” hatin berzkirin.

Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de endamê Ciwanên Demokratîk Rojgiran Fedekar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû ciwanên Herêma Kobanê û gelê Kurd pîroz kir. Fedekar bang li hemû ciwanan kir tevlî şoreşê bibin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.