Serpîskoposê Dêra Suryaniyan a Cîhanê li Qamişlo ye
Patrîkê Antakya û Hemû Rojhilat û Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Cîhanê Mar Ignatius II. Efram hate Qamişlo.
Patrîkê Antakya û Hemû Rojhilat û Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Cîhanê Mar Ignatius II. Efram hate Qamişlo.
Patrîkê Antakya û Hemû Rojhilat û Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Cîhanê Mar Ignatius II. Efram hate Qamişlo.
Patrîkê Antakya û Hemû Rojhilat û Serpîskoposê Dêra Ortodoks a Suryaniyan a Cîhanê Mar İgnatius II. Efram hate Qamişlo. Îro bi balafirê hate Qamişlo. II. Efram li balafirgehê ji aliyê sedan welatiyên Kurd, Suryanî û Ereb ku di nava wan de nûnerên partiyên siyasî jî hebûn ve hate pêşwazîkirin.
Hate gotin ku II. Efram bi armanca serdana Xiristiyanên Asûrî-Suryani-Keldanî û şopandina rewşa wan hatiye Qamişlo. Piştî pêşwazîkirinê II. Efram û keşeyên pê re çû Dêra Mar Yaqup a Suryaniyên Ortodoks û li vir jî ji aliyê dehan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Piştî heyet derbasî hundirê dêrê bû merasîma xêrhatinê hate lidarxistin.
Li vir berpirsyarê Dêra Mor Yaqup El Xurî Şemûn Îbrahîm xêrhatina serpîskopos û heyeta pê re kir. Şemûn Îbrahîm li ser rola Suryaniyan a di şoreşa Rojava de rawestiya û destnîşan kir ku Kurd, Ereb û Suryaniyan ji bo parastina herêma Cizîrê gelek berdêl dane. Şemûn Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de gelên herêmê yên hevgirtî silav kirin.
Piştre serpîskopos II. Efram axivî û li ser hevgirtina pêkhateyên herêmê ya ji bo parastina Sûriyeyê rawestiya. Keşe bang li gelê Suryanî û gelên herêmê kir ku ji xaka xwe koç nekin û wekî pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen xaka xwe ya bi xwîna zarokên wan hatiye avdan biparêzin. Merasîm bi silavkirina gel a keşeyan bi dawî bû.
Efram dê sazî û dêrên Xiristiyanan ên li bajar jî ziyaret bike. Her wiha wê bajarên din jî ziyaret bike.
Efram di 3’yê Gulana 1965’an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Dibistana seretayî li vir qedandiye û di sala 1977’an de çûye Lubnanê. Di sala 1984’an de Kuliyeya Îlahiyatê ya Ortodoksan a li Qahireyê û di sala 1988’an de bawernameya xwe stend.
Di 31’ê Adara 2014’an de ji aliyê Kombûna Suryaniyên Antakyayê yên Ortodoks a Pîroz ve wekî keşeyê 123’yemîn Antakya û Rojhilat hate diyarkirin.