Gerîlayên YJA Starê "Meşa Azadiyê" pêk anîn

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê "Meşa Azadiyê" pêk anîn

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê "Meşa Azadiyê" pêk anîn

Bi sedan gerîlayên jin ên ku xwestin "Meşa Azadiyê" pêk bînin li qada ku wê meş pêk were kom bûn. Tevî Endama Konseya Hevserokatiya KCK'ê Sozdar Avesta û Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, Çîçek Botan, Hemrîn Dersîm û Azê Melazgirt bi sedan gerîlayên YJA Starê tevlî meşê bûn.

Beriya meşê li ser navê Biryargeha Navendî ya YJA Starê der barê wateya rojê de axaftin hat kirin. Di axaftinê de ev xal hatin nirxandin;

"Îro em bi wesîleya 66. rojbûna Rêber APO li hev civiyane. Em vê roja ku zayîna rojên azad û hêviya gelan îfade dike, li Rêbertiya xwe û li tevahî gelan û jinan pîroz dikin.

4'ê Nîsanê ji bo me jinan wateyek cuda di nav xwe de dihewîne. Ji ber îro di heman demê de roja ji nû ve zayîn û hebûna jinê ye. Rojbûna Rêbertî ya ku di 4'ê Nîsanê de pêk hatiye, bûye hêvî ji bo jinan û gelan, pêşerojeke ronî afirandiye. Rêbertiya me meşa jinan a çiya wek 'Meşa Azadiyê' bi nav dike û bi wate dike. Ev meşa azadiyê ya ku bi rojbûna Rêbertî re pêk hat, em jî wek gerîlayên jin bi dehan salane bi têkoşîna xwe pêk tînin. Ev meşa ku me pêk aniye, ne tenê meşek fîzîkî ye, meşa coş û azadiyê ye. Ev meşa azadiyê ya ku jin bi coşek mezin tevlî dibe û her roja ku diçe mezintir dibe, wê ti carî bi dawî nebe."

Di axaftinê de bal hat kişandin ser wateya meşa Amara ya ku gelê Kurd ev nêzî 11 sal in pêk tîne û ev meş hat silav kirin.

Piştî axaftinê gerîlayên jin ên ku silav dan hevdû, bi coşeke mezin derbasî qada ku meş lê destpê kir bûn. 

Di dema meşê de bê rawestandin dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî, Bijî Serok APO" hatin qîrîn. 

Ev meşa azadiyê ya ku bi kelecaneke mezin destpê kir bi heman coş û kelecanê bi dawî bû.