Jiyana azad a bi şitlekê destpê kir

Gerîlayên PKK'ê, der barê rojbûna 66. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hestên xwe anîn ziman. Gerîlayan destnîşan kirin ku ew 4'ê Nîsanê weke ji nû ve rojbûna li jiyanê pênase dikin.

Gerîlayên PKK'ê, der barê rojbûna 66. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hestên xwe anîn ziman. Gerîlayan destnîşan kirin ku ew 4'ê Nîsanê weke ji nû ve rojbûna li jiyanê pênase dikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû ronahiyeke azadiyê, dikeve 66 saliya xwe. Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd, der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hestên xwe anîn ziman. 

'COŞA JIYANÊ DIDE ME'

Gerîlaya YJA Starê Agirîn Gare ku yekemcar tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li qadên gerîla dibe anî ziman ku ji ber tevlîbûna li van pîrozbahiyan ew bi rûmet û coş e.

Gare got, "Hîskirina Rêbertî, axaftina li ser wî, xwendina wî, fêmkirina wî îlham û coşa jiyanê dide me. 4'ê Nîsanê hilhatina civak, gel û rastiyê ye. Bi jidayikbûna Rêberê me re,r astiya gelekî hewl dihat dayîn bê tinekirin, ji nû ve afirî ye" û destnîşan kir ku Ocalan ji bo wan çavkaniya jiyanê ye. Gare hestên xwe yên hezkirinê ji Girava Îmraliyê re şand û diyar kir ku Rêbere Gelê Kurd her çend ji aliyê fîzîkî ve di nava wan de nebe jî ji aliyê ruhî ve bi wan re ye.

'4'Ê NÎSANÊ ŞÎNBÛNA TOVÊN NÛ YE'

Endamê TEV-ÇAND'ê Xebat Med da xuyakirin ku 4'ê Nîsanê rojbûneke ji rêzê nîne, di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civak û xweza hatine ser ziman û got, "Tevahiya gelê me, hemû gerîla û mirovên li gelek parçeyan jî vê rewşê bi vî rengî dinirxînin. Mînak; di 4'ê Nîsanê de şitil tên çandin. Her 4'ê Nîsanê dibe şînbûna şitlên nû, şînbûna tovên nû."

'RÊBERTÎ TÊ WATEYA XWEZAYA ŞÎNBÛYÎ'

Med anî ziman ku çandina şitlan di vê rojê de rîtueleke erzan nîne û diyar kir ku armanca bingehîn a ji vê, bicihanîna berpirsyariyên paradîgmaya ekolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Med got, "Rêbertî tê wateya xwezaya şînbûyî. Di her 4'ê Nîsanê de bi sed hezaran, bi mîlyonan mirov diherikin cihê Rêber Apo lê ji dayik bûye gundê Amara. Li vir jî bi heman rengî şînbûyîna civakê tê dîtin. Bêguman 4'ê Nîsanê li qadên gerîla jî bi heman ruhî tê pîrozkirin. Şitil tên çandin, govend tê gerandin, li ser wate û girîngiya rojê axaftin tên kirin. Bi vê wesîleyê cejna vejînê li her kesî pîroz dikim."

Gerîlaya YJA Starê Madora Ararat da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê KUrd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û 4'ê Nîsanê rojeke watedar e. Ararat bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di azadkirina jinê de û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hemû jin me dest dane hev û di çarçoveya perspektîf û paradîgmaya Rêbertiyê de em dimeşin. Her kêlî û deqeyê em bi Rêbertî re derbas dikin. Bi wesîleya vê rojê em careke din vê sozê didin; Heta ku Rêberê me azad bibe, wê têkoşîna me xurt bibe."

Gerîlayê HPG'ê Dijwar Batman ragihand ku bi jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tarîtiya li ser gelê Kurd ji holê rabûye û destnîşan kir ku bi saya têkoşîn û berxwedana Ocalan re gelê Kurd fêm kiriye ku welatekî wan ê bi navê Kurdistanê heye.

'LI DIJÎ SÎSTEMÊN DEWLETÊN SERDEST JI NÛ VE ÇÊBÛN E'

Batman anî ziman ku di herikîna dîrokê de gelek Rêber jiyane, lê belê ti ji wan civakên ji çand û baweriyên cuda yên Misilman, Xiristyan û Yahûdî nekarîne li dora xwe bicivînin û got, "Lê belê Rêber Apo ji hemû nîjad, ol û neteweyan mirov li dora xwe civand, ew kir yek. Civakên yekbûyî niha ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Bi vê wesîleyê rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû neteweyên bindest e. Rojbûna Rêbe Apo li dijî sîstemên dewletên serdest ji nû ve çêbûn e, sîstemeke nû ye."

Ji gerîlayên YJA Starê Azîme BOtan jî da xuyakirin ku 4'ê Nîsanê ji bo wan gelekî bi wate ye û diyar kir ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve afirandina jinê îfade dike. Botan destnîşan kir ku hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna jinê ye.

'EM Ê CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK BI PÊŞ BIXÎNIN'

Gerîlayê HPG'ê Azad Cizre jî got, "Di 4'ê Nîsanê de bi armanca zindîkirina ruhberekî em jî mîna tevahiya gelê xwe şitlan diçînin. Li pêşberî nirxên Rêbertiya me ji bo mirovahiyê afirandiye û derfetên jiyana azad pêşkêş kiriye, em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoş in. Bi pêş ve birina civaka exlaqî û polîtîk re em ê diyariya herî mezin bidin wî."