KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Wanê wê di 4'ê Nîsanê de li Amara be
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, gelê Wanê vexwend pîrozbahiyên li Amara. -
'Doza Liceyê bila bibe wesîleya heqîqetê'
Doza Komkujiya Liceyê di 1'ê Nîsanê de li Îzmîrê destpê dike. Parêzerê dozê Yûnûs Mûratakan bi wesîleya dozê bal kişand ser nîqaşên Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan a bi pêvajoya çareseriyê re ket rojevê. -
Newroz li Polonya û Norwêcê hat pîrozkirin-HAT NÛKIRIN
Li bajarê Polonya Varşovayê û li paytexta Norwêc Osloyê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Li Miksê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Wan Miksê, bi hinceta ku di pîrozbahiyên Newrozê de poster rakirine 5 kes hatin binçavkirin. -
Koordînasyona Kantonên Rojava Cejna Ekîto pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) cejna Ekîto li gelên Suryanî-Asûrî-Keldanî pîroz kir. -
Cenazeyê Umît Yalçin hat veşartin
Cenazeyê Umît Yalçin ê li Parîsê di vegera ji pîrozbahiya Newrozê de di binê trenê de ma û jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin. -
Hêzên YPG/YPJ'ê nêzî Girê Spî ne
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li eniya rojhilat bi lêdana derbên giran bi pêş de diçin, bi azadkirina gundê Bexdikê re xwe nêzî Girê Spî (Tel Ebyad) kirin. -
Li Skoçyayê coşa Newrozê
Li paytexta Skoçya Edînbûrgê, bi sedan Kurdistanî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. -
Aydar: Li Rojhilata Navîn ti civak bêyî parastina cewherî nikare li ser piyan bimîne
Li bajarê Swîsre Bern, bajarê Awûstûrya Viyana, bajarên Belçîka Bruksel û Leuvenê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd kongreyê xwe lidar xistin. -
Li Bregenzê Newroz hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Awûstûrya Bregenzê dijîn, Newroz pîroz kirin. -
Nasnameya 12 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 12 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' 1000 roj li dû xwe hişt
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê destpê kir, hezar roj li dû xwe hişt. Çalakî bi vî rengî, di nava têkoşîna Kurdan a li Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Çetîn ber bi Nisêbînê ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê li Rabîa di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da piştî kar û barên otopsiyê yên li Amedê ber bi Nisêbînê ve hat oxirkirin. -
Fermandarê Suryanî Heysem Yonan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Welatiyên Hesekê cenazeyê endamê Fermandariya Meclîsa Leşgerî ya Suryanî Senherîb (Heysem Yonan) li goristana Suryaniyan a li Taxa Mişêrfê ya bakurrojavayê bajêr oxir kirin. -
HES’ên sûlava Bêgirê ziwa kirin hatin protestokirin
Santrala Hîdro Elektrîk a Ayrancilarê (HES) ya ku li ser ava Sûlava Bêgirê ku yek ji parçeyên herî xweşik ên xwezaya Wanê ye, tê avakirin bi dawî bû. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Çetîn ji sînor hat wergirtin
Li Silopiyayê cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê 8'ê Tebaxa 2014'an li Rebiayê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. -
Cizîrspor bû şampiyon
Cizîrspor di maça xwe ya dawî de li hemberî tîma 12 Bingolsporê yek puan stand û bû şampiyon. Bi vê re ji Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê derket Lîga 3'yemîn. -
Pasdarên Îranê sîvîlek qetil kirin
Pasdarên Îranê welatiyên bazirganiya sînor dikin gulebaran kirin. Di bûyerê kesekî jiyana xwe ji dest da kesek jî birîndar bû. -
Li Rihayê qeza: 12 kes mirin - HAT NÛKIRIN
Li ser rêya Kaniya Xezalan, di encama qezayeke trafîkê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane, Sûriyeyî ne. -
Artêşa Tirk bombe li qadên gerîla barand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, da xuyakirin ku bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevgera hewayî ya arêşa Tirk dewam dike. -
HPG: Li Şengalê 3 çete hatin kuştin
Li Şengalê, di encama çalakiyên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 3 çete hatin kuştin. -
YPG: Li Kobanê 4 gund û gundikek hatin azadkirin
Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina derdora Kantona Kobanê de, li başûrrojava 4 gund û gundikek hatin azadkirin. Li gundê Xebiş ê Til Temirê jî êrîşa çeteyan hat şikandin. Di pevçûnan de 14 çete hatin kuştin. -
Li Arnhemê çalakiya Hefteya Qehremaniyê
Li Arnhemê, bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. -
Li Til Temirê derba giran li çeteyan hat xistin
Li gundên Xêbiş û Til Nesrî yên li rojavayê Til Temirê, di pevçûnên duh bi şev bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re destpê kirin de 8 çete hatin kuştin. -
Ciwanên Kurd li Kîelê Newroz pîroz kirin
Ciwanên Kurd, li salona zanîngehê ya bajarê Elmanya Kîelê, Newroz pîroz kirin.