Aydar: Li Rojhilata Navîn ti civak bêyî parastina cewherî nikare li ser piyan bimîne

Li bajarê Swîsre Bern, bajarê Awûstûrya Viyana, bajarên Belçîka Bruksel û Leuvenê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd kongreyê xwe lidar xistin.

Li bajarê Swîsre Bern, bajarê Awûstûrya Viyana, bajarên Belçîka Bruksel û Leuvenê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd kongreyê xwe lidar xistin. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar di axaftina xwe ya li kongreya li Bernê de got, "Di van şert û mercên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, ti civak bêyî parastina cewherî nikare ji bo deqeyekê jî li ser piyan bimîne. Lewma daxwaza berdana çekan ji tevgereke gelê xwe diparêze, bê wate ye."

BERN

Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Bernê kongreya xwe ya 2. lidar xist. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û MLKP'ê li kongreyê amade bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, bi armanca nirxandina rewşa dawî ya siyasî, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê girt. 

'EZMÛNA 35 SALAN A PKK'Ê ROJAVA AVA KIR'

Aydar bi bîranîna 'Şehîdên Meha Adarê' dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ji bo xwe bigihîne rojên îro kedeke mezin daye. Aydar bal kişand ser destketiyên li Rojava û anî ziman ku rastiya herî mezin a ev destketî afirand, ezmûna 35 salan a têkoşîna PKK'ê ye. Aydar got, "Li Rojhilata Navîn, ku dewletan jî nikarîbûn xwe li hemberî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê bigirin, PKK'ê nehişt ev hêz li Kurdistanê bimîne. Tevî hemû êrîşên giran ên li hemberî Rojava jî ji navendên bajêr gaveke bi tenê jî bi paş ve nehat avêtin. Û me mînaka herî bedew a vê berxwedanê li Kobanê dît."

'DI NAVA RASTIYA ROJHILATA NAVÎN DE PKK DEST JI ÇEKAN BERNADE'

Aydar pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî nirxand û ragihand ku hikûmet ji bicihanîna berpirsyariyên xwe direve. Aydar daxuyaniya Erdogan a digot 'Bila PKK dest ji çekê berde' bi tundî rexne kir û got, "Rastiya Kurdistan û Rojhilata Navîn li holê ye. Di van şert û mercan de ti civak bêyî parastina cewherî nikare deqeyekê jî li ser piyan bisekine. Lewma daxwaza berdana çekan ji tevgereke gelê xwe diparêze, bê wate ye. Tecrûbeya Rojava nîşanî me da ku parastina cewherî ji bo gelan çiqasî girîng e."

'LI EWROPAYÊ ARMANC 30 HEZAR XEBATKARÊN HILBIJARTINÊ YE'

Aydar her wiha girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî destnîşan kir û anî ziman ku niha li Ewropayê bi beşdariya 20 hezar kesî komîsyonên hilbijartinê hatine avakirin, lê belê ew dixwazin vê hejmarê bikin 30 hezarî.

Aydar da xuyakirin ku gelên Tirkiyeyê bi HDP'ê re bêhtir bi hêvî li pêşerojê dinêrin û got, "Em weke gelên li Ewropayê dijîn, em ê benda hilbijartinê ya li pêşiya xwe hilweşînin. Girîng e her kes di vê pêvajoyê de xwe berpirsyar bibîne."

Li dû axaftinan, rapora salane ya kongreyê hat xwendin û erê kirin. Piştre hilbijartin hat kirin û di encamê de Meclîsa ji 35 kesî hat avakirin û Seyît Ahmet Ocalan û Sevgî Tûzlû weke Hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, kongreya xwe ya duyemîn bi şiyara "Bi Modela Civaka Demokratîk re em Neteweya Demokratîk ava bikin" lidar xist.

Li dû axaftina vekirinê ya hevseroka navendê Rojda Korkût deqeyek rêz hat girtin. Paşê dîwan hat hilbijartin û Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî.

Ceylan da xuyakirin ku ew bi perspektîfa xwe ya aborî, civakî, siyasî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li her qada lê dijîn civaka demokratîk birêxistin dikin. Piştî axaftina Ceylan peyama Ocalan a Newroza Amedê hat xwendin.

Paşê ji mêvanên kongreyê Alîkar Şaredarê Viyanayê Marîa Vassîlakoû peyivî û destnîşan kir ku serketina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de di heman demê de wê di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de roleke mezin bilîze.

Li dû axaftinan rapora salekê ya xebatê hat xwendin û nirxandin. Paşê di kongreya bi beşdariya 200 delegeyî de hilbijartin hat kirin û meclîsa ji 86 kesan hat hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Rojda Korkût û Galîp Kendal hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

BRUKSEL

Meclîsa Civak Demokratîk a Kurd li Brukselê 1. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist. Di kongreya li navendê de Hevseroka KCD-E Dilşa Osman û gelek Kurdistanî amade bûn. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir, bi nîqaşên li ser rewşa dawî ya siyasî dewam kir û dûre peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza Amedê hat xwendin.

Hevseroka KCD-E Dilşa Osman di axaftina vekirinê ya kongreyê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî û tevkariya xebatên li Ewropayê yên ji bo têkoşîna li welêt destnîşan kir. Osman ragihand ku wezîfegeyeke zêdetir dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn.

Li dû axaftinan rapora salekê ya xebatê hat xwendin û qebûlkirin. Dûre di encama hilbijartinê de Meclîsa ji 37 kesan hat hilbijartin û Arîfe Soysuren û Nîzar Demîr bûn Hevserokên Meclîsê.

LEUVEN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Leuvenê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreyê de endamê KNK'ê Adem Ûzûn û gelek Kurdistanî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn mafê axaftinê kir û bal kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriyê û peyama dîrokî ya Ocalan. Ûzûn her wiha ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bal kişand ser girîngiya dengê hilbijêrên li Ewropayê. Ûzûn xwest her kes ji bo hilbijartinan seferber bibe û destnîşan kir ku bi têkoşîneke xurt re ew dikarin sala 2015'an ji her alî ve veguherînin saleke azadiyê.

Piştî axaftina Ûzûn xebatên salekê yên meclîsê hatin nrixandin.

Di encama hilbijartinê de jî Meclîsa ji 35 kesan û Hevserok Nahîle Gurbuz û Duzgun Denîz hatin hilbijartin.