Nasnameya 12 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 12 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 12 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 12 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.
Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin."
Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, ji bo me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn.
Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibê jî dewam bikin."
NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Emîne Kayir bi nasnav Denîz, di sala 1976'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Mersînê beşdar bû, di 14'ê Adara 1998'an de li Kato Jîrka jiyana xwe ji dest da.
Hatûn Ûçar bi nasnav Newal, di sala 1978'an de li Dihê ji dayik bû, li Mersînê beşdar bû, di 28'ê Kanûna 1998'an de li Amed-Dorşînê jiyana xwe ji dest da.
Tahsîn Taniş bi nasnav Elîşêr Sêrt, di sala 1972'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Mersînê beşdar bû, di sala 1994'an de li Botan-Cûdî jiyana xwe ji dest da.
Abdûrrahman Ekîncî bi nasnav Piling, di sala 1971'ê de li Hezro ji dayik bû, di sala 1993'an de li Mersînê beşdar bû, di sala 1995'an de li Metîna jiyana xwe ji dest da.
Ekîp Saka bi nasnav Sîpan, di sala 1974'an de li Mûşê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Melezgîrtê beşdar bû, di 17'ê Tîrmeha sala 1994'an de li Çemçe-Madûrê jiyana xwe ji dest da.
Akin Mamay bi nasnav Cûma Serhat, di sala 1977'an de li Qersê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Stenbolê beşdar bû, di 7'ê Gulana 2000'î de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da.
Çetîn Kaya bi nasnav Çetîn, di sala 1975'an de li Îdirê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Diyadînê beşdar bû, di 17'ê Tebaxa sala 1997'an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da.
Eşref Çelîk bi nasnav Egîd, di sala 1976'an de li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Amedê beşdar bû, di sala 1997'an de li Amed-Akdagê jiyana xwe ji dest da.
Ferhat Aslan bi nasnav Mûrat, di sala 1979'an de li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Garzanê jiyana xwe ji dest da.
Fûat Koç bi nasnav Denîz Jêhat, di sala 1978'an de li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1999'an de li Stenbolê beşdar bû, di 8'ê Cotmeha 2007'an de li Botan-Gabarê jiyana xwe ji dest da.
M. Emîn Barcadûrmûş bi nasnav Zeynel Mordem, di sala 1970'î de li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Ewropayê beşdar bû, di 20'ê Tebaxa 2005'an de li Dêrsim-Pilemorê jiyana xwe ji dest da.
Şadiye Tûran bi nasnav Xezal, di sala 1971'ê de li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Çewlikê beşdar bû, di sala 1995'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.