Li Arnhemê çalakiya Hefteya Qehremaniyê
Li Arnhemê, bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Li Arnhemê, bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Li Arnhemê, bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Arnhemê hatin cem hev, bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê çalakiyek lidar xistin û cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anîn.
Di bîranînê de, sînevîzyonek li ser jiyana kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Egîd) hat nîşandan.
Dûre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Mehmet Zengîn û siyasetmedar Sîdar Serhat axivîn.
Di axaftinan de hat gotin, "Dilsoziya bi têkoşînê re, dilsoziya bi şehîdan û armancên wan re ye. Di her şert û mercî de ya divê were kirin xwedîderketina li şehîdan û tacîdarkirina têkoşîna wan bi serketinê re ye."
Di çalakiya bîranînê de malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane mafê axaftinê wergirtin û banga xwedîderketina li nirxan kirin.
Piştî axaftinan, ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê xwarin hat belavkirin.